Aysel Dogan hat berdan 2016-11-16 16:59:28 DERSIM - Li Dersimê hevşaredar û siyasetmedar 13 kesên ku hatibûn binçavkirin derxistin dozgeriyê. Piştî îfadeya li dozgeriyê Aysel Dogan hat berdan. Li Dersimê serê sibehê di serdegirtinên malan de hevşaredar Nurhayat Altun û Mehmet Alî Bul jî di nav de 13 siyasetmedarên hatibûn binçavkirin sewqî dozgeriyê hatin kirin. 13 kesan li emniyetê mafên xwe yên neaxaftinê bi kar anîn û îfade nedan. Îfadeyên 13 kesan tên girtin. Endama Koma Aştiyê Aysel Dogan piştî ku li dozgeriyê îfadeya wê hta girtin, hat berdan. Li aliyê din gelek welatî hatin ber edliyeyê.