Kaptanê Amedsporê Şehmûs Ozer hat definkirin 2016-12-21 19:43:56 AMED - Kaptanê Amedsporê Şehmûs Ozer ê di qezayeke trafîkê de jiyana xwe ji dest da, li ser milê hevalên xwe yî tîmê û alîgirên Amedsporê, ber bi rêwîtiya xwe yî dawî ve hat verêkirin. Kaptanê Amedsporê Şehmûs Ozer ê şeva 19'ê kanûnê dema ji Meletiyê vedigeriya Mêrdînê û wesayîta wî li ser rêya Xarpêt-Gozeliyê gindirî kendavê û jiyana xwe ji dest da, li navçeya Erxeniya Amedê hat definkirin. Cenazeyê Ozer piştî karên li Tiba Edl ya Xarpêtê, ber navçeya Erxeniyê ve hat şandin. Di dema veguhastina cenaze de malbata wî, hevalên wî yê tîmê û rêveberên qulûbê refeqatî kirin û cenaze lê têketina navçeyê, ji aliyê gelek alîgirên Amedsporê û welatiyan ve hat pêşwazîkirin. Cenazeyê Ozer bi awayekî konvoyî di navenda navçeyê re hat derbaskirin û cenaze anîn Goristana Gulbaranê. Hevalên Ozer ên tîmê û alîgirên Amedsporê, drabesta Ozer a bi alaya Amedsporê nixumandî li ser milan veguhastin û cenaze bi merasîmeke girseyî hat definkirin. Piştî definkirinê malbata Ozer û hevalên wî qederekê li goristanê, li ber gora Ozer man. Konê şînê, li navenda navçeyê, li Mala Şînê ya Şêxseîd hat danîn.