Keskîn: Dozger û dadgerên nû, hay ji Peymana Stenbolê û PMME'yê tune ne 2016-12-22 09:25:25 STENBOL - Hevseroka Giştî ya ÎHD'ê Parêzer Eren Keskîn, binpêkirinên mafan ên di serdema OHAL'ê û yên salên 90'î anî hemberî hev û diyar kir ku, berê her çiqas wan nedieciband jî mekanîzmeke huqûqê ya serlêdanê hebû, lê îro ev mekanîzma jî ji dest wan hatiye girtin. Keskîn got, hiqûqa navnetewî hatiye binpêkirin û destnîşan kir ku dozger û dadgerên nû hatine tayînkirin, hay ji Peymana Stenbolê û PMME'yê tune ne. Li Tirkiyeya ku di warê mafên mirovan de berê jî karneya wê zihîf bû, piştî hewldana derbeya 15'ê Tîrmehê, bi îlankirina OHAL'ê re, binpêkirinên mafên mirovan zêdetir bûn. Li Tirkiyeyê ji saziyên li dijî van binpêkirinan têdokşin yek jê jî Komeleya Mafên Mirova (ÎHD) ye. Hevseroka Giştî ya ÎHD'ê Parêzer Eren Keskîn têkildarî derhuqûqî û binpêkirina mafên mirovan ên li Tirkiyeyê nirxand. Keskîn, qewimînin piştî hewldana derbeya 15'ê Tîrmehê wek "pêvajoya derbeyeke nû" pênase kir û wiha got: "Tiştên niha em dijîn, ew tiştin ku piştî derbeyên leşkerî pêk tên. Di 90'î de, li herêmê Qanûna OHAL'ê hebû. Ji wir, em binpêkirinên mafan ên îroyîn ji nêz ve baş dizanin. Êdî li bajarên mezin jî, muxalif rastî van binpêkirinan tên." MEKANÎZMAYÊN ME YÎ SERLÊDANÊ JI DEST ME HATIN GIRTIN' Keskîn, li ser hilawistina hin maddeyên Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê (PMME) ên piştî hewldana derbeyê ji aliyê hikûmetê ve pêk hat rawestiya û wiha axivî: "Em tim pêvajoyên çewisandinê berawirdî hevdu dikin. Me ji nêz ve salên 90'î jiya. Salên 90'î, pêvajoyeke zaf tirsnak û qirêj bû; şer didomiya, mirov di bin çavan de dihatin kuştin, dihatin windakirin, gund dihatin şewitandin. Yanî pêvajoyeke sift bû. Lê dîsa jî, me mekanîzmayeke huqûqê didît. Lê niha bi OHAL'ê re, mekanîzmayên me yî serîlêdanê ji dest me girtin." Keskîn got, bi sepandin, çewisandin û pêkûtiyên heyî yên li welat re êdî her derodor hatiye asta peqînê û fikareya xwe yî têkildarî vê rewşê wiha pûxte kir: "Ditirsim ber bi şerekî navxweyî ve bibe." ‘A RAST WEZÎRÊ KARÊN HUNDURÎN MEHMET AGAR E' Keskîn, hesabnepirsîna j berpirsiyarên pêvajoya derbeya 12'ê Îlonê şiband îro û balê kişand ser, polîtîkayên bêcezatiyê yên dewletê. Keskîn got, "Bi ya min îro Wezîrê Karên Hundurîn ê Tirkiyeyê Mehmet Agar e" û anî ziman ku, Agar ji bo Wezîrê Karên Hundurîn Suleyman Soylû wiha digot: "Ez wek kurê xwe jê hez dikim." ‘HERBKARÊN TAYBET BI AKP'Ê Re di NAV HEWLDANÊN LIHEVKIRINÊ DE NE' Keskîn, dibêje pêvajoyên çewisandinê ên vê pêvajoyê, divê tenê bi navê kesekî re neyên bibîranîn û wiha domand: "Nîqaşên tenê di ser Erdogan re tên kirin, ez dibêjim ne rast e. Li Tirkiyeyê kevneşopiya dewleteke Herbkarên Taybet heye, ev avahî tim hêza xwe diparêze. Niha jî, bi AKP'ê re di nav hewldana lihevkirinê d ene. Çawa bi Cemaeta Gulenî re lihevkirina wan xerabû, heke lihevkirina bi vê kevneşopiya Herbkarên Taybet re xera bibe, yê ku biçe wê AKP be." ‘DOZGER Û DADWER HAY JI PEYMANA STENBOL Û PMME'YÊ TUNE NE' Keskîn ragihand ku, ew wek parêzvanên mafên mirovan li gelek girtîgehan geriyane û dîmemenên ew rastî wna hatine wiha parve kir: "Çi di bin çavan de, çi jî di demên girtinan de, bi îşkence û çewisandinên zêde dubare li serdema berê hat vegerîn. Serdemkê bi awayekî qismî îşkenceya fîzîkî hatibû rawestandin û bi nêzbûneke baldariyî hebû. Piştî derdora FETO'yî ji muduriyeta polîsan hat vekişnadin, gelek polîsên ciwan ên ne xwedî ceribîn hene. Li pêşberî me polîsên 19-20 salî hene. Ev dubare li wê îşkenceya fîzîkî vegeriyan. Agahiyên wek; lêpirsîna tazî, tacîza zayendî, lêdanê tên. Dîsa gelek girtiyên nexweş hene û wan bi hinceta OHAL'ê naşînin nexweşxaneyê." Keskîn got, huqûqa navnetewî hatiye binpêkirin û dest nîşan kir ku, dozger û dadwerên nû hatine tayînkirin, hay ji Peymana Stenbolê û PMME'yê tune ne. ‘REYA MIN HAT XESPKIRIN' Keskîn li ser girtina parlementerên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) jî rawestiya. Keskîn girtina parlementeran wek xespa maf û dengan anî ziman û wiha got: "Wek keseke ku dengê (rey) xwe daye HDP'ê, ez wisa difikirim ku reya min hatiye xespkirin. Heke hûn fikrekê neecibînin jî, hûn mecbûrin îfadekirina wê fikrê biparêzin. Her tişt, piştî HDP'ê ji sedî 13 deng wergirt dest pê kir. Ev, dewletê zaf nerihe kir. Dewlet vê qebûll nekir." Keskîn, têkildarî girtina parlementeran, bêdengiya dewletên ku tevî Tirkiyeyê peymanên navnetewî îmzekirine jî rexne kir. ‘WÊ SIBÊ TIRKIYE BÊ CEZAKIRIN' Keskîn got, niha her çiqas xwe li dor polîtîkayên bêcezatiyî hebandibin jî, wê Tirkiye der barê binpêkirina mafan de, li sibê li qada navnetewî bêcezakirin û wiha got: "Di serî de PMME, gelek peymanên navnetewî hatin îhlalkirin. Wê Tirkiye ji ber vana hemûyan bê cezakirin. Bereksa vê nayê fikirîn."