Bi çend dîmenan kêfxweşî û şadiya Reqqayê 2016-12-22 09:28:23 REQA- Xakên azadkirî yên Reqayê, hembêza xwe ji zarok, jin û heywanan re vedike. Ciwan, extiyar, şervanên ji her neteweyê, dibin şahidê xweşî û heza traş û kêşana cixareyê. Xakên Reqayê yên di bin zilma DAIŞ'ê de dinaliyan, niha tevî gel kêfxweşiya wan ya azadiyê di wêneyan de xwe didin der. Dema mirov li wêneyên rojnamegerên ku di dema şopandina merhelya duyemîn a operasyonê de kişandine dinihêre, ezm û hewldana têkoşîneke zexm, li dijî zilmê serketina berxwedêriyê, bişirîna zarok û jinên tarîtiyê tarûmar dikin û tev gelên herêmê, yekîtiya şoreşgerên enternasyonalîst bi awayekî rihet tên dîtin. Dema mirov pêkanîn di 10 rojan de xwe dane û li objektîfan aliqîne dinihêre; * Bi 15 hêzên ji gelê kurd, ereb, suryanî, tirkmen û ermeniyan pêk tê operasyon dest pê kir. * Morla û xweşhaliya destpêkê, li gundên hatin azadkirin tevî gel veguherî govendeke bi hev re tê gerandin. * Rojnamegeran di 10 rojan de şahidiya rizgarkirina 46 gund, bi dehan mezrik û qadeke 440 kîlometrekarê ya stratejîk û dorpêçkirina 54 gundan kir. * Şervanên enternasyonalîst ên di nav hêzên leşkerî de cih digirin, her çiqas pirsgirêka wan î ziman hebe jî, ji refên pêşî naqetin. Şervanên îngilîz Mîcheal, hema bêje bûye jêderka moralê ya şervanan. * Lêgerîna azadiya xakê, du extiyarên di navbera 50-65'an de ber bi refên pêş ve biriye. Şervanên extiyar, banga eniyê li ciwanan dikin. * Şervanên YPJ'yî yên veguherîna hêwirgeha jinên Reqayî, bênavber heyfa hevzayendên xwe distînin. * Dema şervanên reqayî xwe digihînin xizmên xwe yî dîlgirtî, bi hêsirên çavên xwe ên bextewariyê nikarin. * Jinên Reqayî yên ber bi azadiyê ve gav diavêjin, bi zarokên li pişta xwe girêdane, berxik û karikên bi wan girtine, bextewariya rizgarkirina ji DAIŞ'ê li wan sihuriye. * Zarokên biçûk ên ku nikarin azadiyê pênase bikin, destê wan li hewayê û nîşana serketinê ber bi şervanên ve baz didin. * Traşkirina rojane û kêşana cixareyê ya ku hema bêje Reqayî rojane dikin, hat raçavkirin ku bêrîkirina wan î herî mezin e. * Gundên hatine rizgarkirin, piştî paqijiya leşkerî, dubare ji xwediyên xwe re dibin war. * Xewên ku bi DAIŞ'ê re veguherîbûn kabîsan, bi QSD'ê re veguherîn xwemaliya xwe. * Reqayiyên ku mizgînê didin zarokên xwe yî ji dîlgirtinê reviya bûn, banga vegerê li zarokên xwe dikin. * Xakên Reqayê yên hatin azadkirin, bi qasî mirovan, ji heywanan re jî hemêza xwe vedikin. Nazim Daştan-dîhaber