Bi lingên xwe, xwe li jiyanê digire! 2016-12-22 09:29:58 SEMSÛR- Ayşe Işik a "Bi lingên xwe, xwe li jiyanê digire", bi wêneyên ku bi lingên xwe çêkiriye pêşangehek vekir û ji bo hevalên xwe yî berasteng jî ev pêşniyarî kir: "Ji bo serketinê, hewldan divê." Ayşe Işik (30), li Gundê Uçgozê yê Bêhiştiya Semsûrê dema hîn 5 saliye her du destên wê dikevin ber makîneyeke çandiniyê û jê dibin. Niha ji bo Işikê azweriya jiyanê wêneçêkirin e û vê jî bi lingên xwe pêk tîne. Işik diyar dike ku, 3 salên ewil wê di warê bicihanîna pêdiviyên xwe zehmetî dikêşan û got, pişt re wê bi alîkariya malbata xwe ji dêvla destên xwe lingên xwe bi kar aniye û bi vî pêdiviyên xwe bi cih tîne. Işik, wêneyên ku bi lingê xwe çêkiriye û pirtûka bi lingên xwe nivîsandiye, li gelek bajarên cuda yên Tirkiyeyê bi vekirina pêşangehan jî danasîna wan dike. LINGÊN XWE WEK DESTÊN XWE BI KAR TÎNE Işik diyar kir ku, piştî wê dibistana navîn qedandiye, tevî malbata xwe li Stenbolê bi cih bûne û li vir, piştî wê 6 mehan ji wênesazan dersên taybet wergirtiye, pêşangeha xwe yî wêneyan a ewil vekiriye û anî ziman ku, heta niha wê 30 pêşangeh vekirine. Işik got, dema ew wêneyan çêdike qet zehmetiyan nakêşe û wiha axivî: "Mirovên destê wan hene çawa bêyî zehmetiyan bikêşin û wêneyan çêdikin, ez jî bi lingên xwe bêyî zehmetiyan bikêşim wêneyan çêdikim. Ez li ser qelemrejî û boyaxên rûnîd ixebitim. Carinan hin wêneyên bêwate çêdikim." ‘EZ XWE BI TENÊ HÎS DIKIM' Işik ani ziman ku, beriya ew li Stenbolê bi cih bibin, wê ji ber berastengiyê xwe tenê hîs dikir û wiha got: "Dema em li Stenbolê bi cih bûn, ez çûm gelek komeleyên berastengan. Dema min mirovên ji xwe xerabtir (berastengiya wan) dîtin, min ferq kir ku tenê ez ne berasteng im, yên wek min hene. Heta wê çaxê jî min xwe tenê hîs dikir. Çimkş, li Semsûrê min mirovên berasteng nasnekirin. Min her timd dipirsî, 'Qey ez tenê wisa me?'" ‘JI BO SERKETINÊ HEWLDAN' Işik, li gel wêneyên ku bi lingên xwe çêdike, der barê zehemtiyên berastengiyê jî bi navê "Bi Lingê Xwe, Min Xwe Li Jiyanê Girt" jî pirtûkek nivîsandiye. Işik got, pirtûka wê yî ewil baweriyek daye wê û ew ê di pêşerojê de pirtûka duyemîn jî binivîse û wiha axivî: "Ji bo berasteng daxilî civakê bibin, divê mirov nîşan bide ku tu ferqa wan ji mirovên din tune ye. Di warê hilberînê de, dixwazim hevalên berasteng di nav hewldanan de bin. Peskirina ji ber berastengiya xwe, ne tiştek baş e. Ji bo serketinê, hewldan divê."