Çemê Zapê qeşa girt 2016-12-22 10:27:59 COLEMÊRG - Çemê Zapê yê li herêma Colemergê ji ber sermaya zêde qeşa girt. Ji ber sermaya zede li hin deverên çemê Zapê heta nîv metre ava çem qeşa girt. Rûbarên ji dol û xelekan diherikin ser çemê Zapê jî li hin cihan heta 2 metreyan av bû şûşe û cemed.