Hevşaredar Tuncer Bakirhan hat girtin 2016-11-16 19:35:45 SÊRT - Hevşaredarê Sêrtê Tuncer Bakirhan ku serê sibê hat binçavkirin hat girtin. Polîsan li Sêrt bi ser avahiyên Şaredariyan û malên Hevşaredarê Sêrtê Tuncer Bakirhan û de girt. Polîsan di serdegirtina malan de Tuncer Bakirhan binçav kirin. Polîsan piştî Tuncer Bakirhan binçav kirin birin midûriyeta polîsan û ji wir jî sewqî Dozgeriya Sêrtê kirin. Dozger jî bi daxwaza girtinê sewqî Dadgeha Nobedar a Sulh Ceza ya Sêrtê kir. Dadger bi îdîaya “propaganda rêxistinê kiriye" û “Alîkarî daye rêxistinê" der barê Bakirhan de biryara girtinê da û ew şand girtîgehê. Li dervê dadgehê jî rawestîna endam û rêveberên HDP, DBP'ê berdewam dike. Polîsan jî der û dorê edliyê dorpêç kiriye û destûr nadin rêveber nêzî edliyê bibe.