RTUK’ê Yol TV reş kir 2016-12-22 14:55:37 ENQERE - RTÛK’ê bi hinceta “heqerek li Serokkomar Erdogan kiriye” û “pesinên rexistina terorî daye” ekrana Yol TV rex kir. Saziya Bilind a Weşana Radîyo û Televîzyonan (RTÛK) bi hinceta “heqerek li Serokkomar Erdogan kiriye” û “pesinên rexistina terorî daye” weşana Yol TV rawestand. Heta niha di serdema OHAL'ê de qanalên televîzyonan ên hatin girtin wiha ne: İMC TV, Hayat’ın Sesi TV, Özgür Gün TV, Van TV, Van Genç TV, TV 10, Jiyan TV, Azadi TV, Denge TV, Mezopotamya TV, Med Nuçe TV, Birlik Medya TV, Barış TV, Bugun TV, Can Erzincan TV, Dunya TV, Hira TV, Irmak TV, Kanal 124, Kanaltürk, MC TV, Mehtap TV, Merkür TV, Samanyolu Haber, Samanyolu TV, SRT TV, Tuna Shopping TV, Yumurcak Tv hatin girtin.