Bajaroka Rûbarokê 8 rojin di tariyê de ye 2016-12-22 16:56:14 COLEMÊRG - Li bajaroka Rûbarokê ya Şemzînanê ji ber berfê û bahozê 8 rojin bê ceyran e û di tariyê de ye. Li bajaroka Rûbarokê ya 65 kîlometre dûrî navçeya Şemzînana Colemêrgê ye ji ber berfa zêde ya 14’ê Kanûnê ve dibare, dîrekên ceyranê zirarek mezin dîtin. Berf û hewaya sar li ser jiyana welatiyan bandoreke neyînî nîşan dide û ji ber dîrekan 8 roj in ceyrana bajarokê û gundê wê qût bûye. Welatiyên bi taybetî danê êvarê li ber ronahiya findan karen xwe dikin, dixwazin demildest pirsgirêka ceyranê bê çareserkirin.