Jina hat derbkirin: Ji tirsa hevjînê xwe neçûm nexweşxaneyê 2016-12-23 09:26:31 EDENE - Li Edeneyê, jina ducanî ya bi navê Y.U.T. a polîsan li ber aliyê derb kir diyar kir ku, her çiqas wê gotiye ew ducanî ye jî hatiye derbkirin û wiha got: "Ji ber tirsa hevjînê xwe neçûm nexweşxaneyê. Min xwest gilî bikim, lê ez ê kî/ê li kî/ê gilî bikim. Heke gilî bikim, wê min sûcdar derxînin. Ji ber wê, min gilî nekir." Li Edenyê, di 19'ê kanûnê de Serokê Komîsyona Girtîgehê ya Baroya Amedê Parêzer Tûgay Bek û endama Platforma Jinê ya Edeneyê Derya Çîçek nar jî di nav de, ema 20 HDP'iyên hatin binçavkirin anîn edliyeyê, li ber edliyeyê polîsan mudaxileyî kesên rawestandî kir. Di dema mudaxileyê de li ber edliyeyê jina du mehan ducanî ya bi navê Y.U.T. jî hebû. Y.U.T. her çiqas ji polîsan re diyar dike ku ew ducanî ye jî, dîsa tê derbkirin. 'MIN GOT EZ Ê GILÎ BIKIM, YÊ SER ÇAVÊ WÎ GIRTÎ LI MIN DA' Y.U.T. anî ziman ku, berî saeta mesaiyê biqede polîsan ew ji korîdorên edliyeyê derxistine û polîs destûra wan î rawestandina li ber edliyeyê nedaye. Y.U.T dest nîşan kir ku, li ser vê ew ketine kafeyê, lê polîs hatine êrîşî wan kirine û wiha got: "Hevalên min qîriyan û ji polîsa re gotin, 'lê nedin, hevala me ducanî ye.' Li gel vê j, bi kulm û pehînan êrîşî min kirin. Li ran û gurçikên min xistin. Dema min got, ez ê gilî bikin polîsê li min da çû. Yekî ser çavên wî girtî hat û li min da." 'EZ Ê KÎ/Ê GILIYÊ KÎ/Ê BIKIM' Y.U.T got polîs wek heyfê bistîne li wan didan û wiha axivî: "Piştî derbkirinê, sancûyên min dest pê kirin. Ji ber tirsa hevjînê xwe neçûm nexweşxaneyê. Min xwest gilî bikim, lê ez ê kî/ê giliyê kî/ê bikim. Heke gilî bikim, wê min sûcdar derxînin. Ji ber vê, min gilî nekir. Em ji bo hevaleke xwe yî di bin çavan de li wir bûn. Lê em rastî êrîşa polîsan hatin. Ev êrîş, nêzîkatiya polîsan a li hemberî jinê nîşan da." 'EM Ê POLÎS GILIYÊ POLÎS BIKIN' Zeynep Pala Ekîncî jî anî ziman ku, jinên li ber edliyeyê rawestiya bûn rastî şideta polîsan hatine û diyar kir ku, li cihê polîsên jin lê hebûn, polîsên mêr êrîşî wan kiriye. Ekîncî wiha domand: "Sancûyên hevala me yî ducanî çêbûn, lê belê ji ber tirsa malbat û hevjînê xwe, neçû nexweşxaneyê. Me gilî nekir, çimkî em fikirîn ku badilhewaya em polîs giliyê polîs bikin. Me yê kî/ê giliyê kî/ê bikirina. Em bêdeng nebûn, nabin û em ê bi berxwedanê bi ser kevin."