Di kongreya HDP'ê de wênekişandin sûc e! 2016-12-23 09:27:10 EDENE - Li Edeneyê, di fezlekeyên der barê kesên di çarçoveya operasyonên li dijî HDP'ê hatin binçavkirin hatin amadekirin de, wênekişandina di kongreya HDP'ê de wek "Propagandaya rêxistinê" hat nirxandin. Piştî teqîna li Beşîktaşa Stenbolê, bi hedefnîşandana rayedarên hikûmetê, li gelek bajaran li dijî HDP'ê operasyon hatin lidarxistin û bi sedan kes hatin binçavkirin. Yek ji van bajaran jî Edene bû. Hevserokên HDP'ê yên bajêr û navçeyan, Serokê Komîsyona Girtîgehê ya Baroya Amedê Parêzer Tûgay Bek jî di nav de, 25 HDP'î bi hinceta der barê wan de îxbar heye, hatin binçavkirin. Der barê 25 kesên bi hinceta "îxbarê" hatin binçavkirin de hat diyarkirin ku "Endamê rêxistinê" ne û di îxbara bênav de jî wiha hat gotin: "Ev çalakiyan bi rêxistin dikin, heta dadgehên xwe jî ava kirine." tişta balê dikêşe ew e ku, yê îxbar kiriye navê kesên li navçeyên cuda rûdinên yeko yeko dizane. Di lêgerînên malan de, polîsên ku têkildarî îxbarê tu delîlên şênber bi dest nexistin, di fezlekeyên amade kirin de, vê carê hesabên medeyaya civakî yên 25 kesan û beşdarbûna wan î çalakiyên demokratîk ên li bajêr arav û tarav kirin û bi vî awayî xwestin delîlan hilberînin. 'BEŞDARBÛNA KONGREYA HDP'Ê SÛC E' Di fezlekeyan de, parvekirinên endama Platforma Jinê ya Edeneyê Derya Çîçek Nar ên têkildarî merasîma cenaze û şîna şervana BOG'ê Eyem Ataşê wek "propagandaya rêxistinê" hatin îdiakirin û her wiha ji ber li Edeneyê beşdarî şîna şervanê BOG'ê Azîz Guler bûye û wêneyên li wir kişandine û di hesabê xwe yî Facebookê de parve kiriye, wek delîlên sûcî hatine dîtin. Di fezlekeyê de, ji ber Hevseroka HDP'a Edeneyê Gulseren Tûral di hesabê xwe yî Facebookê de portallên nûçeyan parvekirine û metnên daxuyaniyê xwendine, ev wek unsûrên sûcî cih girtin. Her wiha wêneyên ku Tûral di Kongreya HDP'a Edeneyê de kişandine jî, wek "Propagandaya rêxistinê" hatin nirxandin.