'Ocalan mifteya çareseriyê ye' 2016-12-23 09:29:24 AMED - Hemwelatiyên Amedê li dijî tecrîda li ser Ocalan tê meşandin bertekên xwe anîn ziman. Amediyan dest nîşan kir ku, Ocalan ji bo avakirina aştiyê û çareseriyê şansek mezin û got, mifteya çareseriyê Ocalan e. Amediyan diyar kir ku, yek ji astengiyên herî mezin ên li pêşiya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê jî tecrîdkirina li ser Ocalan e û banga yekîtiya û li derdora Ocalan bibin xelek li gelê kurd kirin. Gelê Amedê li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan tê meşandin nerazîbûnên xwe vegotin û daxwazkirin ku tecrîta li ser Ocalan demildest bê rakirin. Welatiyan da xuyakirin ku, tecrîda girankirî ya li ser Ocalan pêk tê jî li pêşiya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê wek asteng dîtin û banga yekîtiyê li kurdan kirin. ‘EGER HEVDÎTIN PÊK BÊN WÊ PIRSGIRÊK ÇARESER BIBIN' Dayika bi navê Makbûle Ozbek ku beriya niha hatibû girtin û serbest hat berdan dest nîşan kir ku, ji bo Rêberê PKK Abdullah Ocalan nirxek mezin daye jinê pêwîste jinên kurd û hemû jinên cihanê di asta herî jor de li Ocalan xwedî derbikevin û got, heta niha tu kes maf nedaye jinê, lê tenê Ocalan mafê jinê nas kiriye. Ozbek da zanîn ku, pêwîste heta niha ew bi peyatî biçûnan Girava Îmraliyê, Ocalan rizgar bikirinan û got, wê ev şer bi peyamên aştiyane û çareseriyê yên ji aliyê Ocalan bê dayîn dikare bi dawî bibe. Ozbek bang li gel kir ku her kes li dijî tecrîdê rabe ser piya û wiha got: “Dema em bi ruhê berxwedanê rabin ser piya, em dikarin serokê xwe rizgar bikin. Rizgariya gelê kurd jî bi Serokatiya me ve girêdayî ye. Eger ku ew bê berdan û rê bidin hevdîtinên bi wî re, wê vê pirsgirêkê di 6 mehan de çareser bike.” ‘MIFTEYA ÇARESERIYÊ OCALAN E’ Welatiyê bi navê Omer Baran jî, tecrîda li ser Ocalan wek kûrkirina şer nirxand û got, dawîlêanîna tecrîda ji ser Ocalan pêkanîna aştiyê ye. Baran da zanîn ku, tecrîd çiqas girantir bibe dê şerê li Tirkiyeyê kûrtir bibe û got, dê ev şer bandorê li ser her kesî bike. Baran bi bîr xist ku, mifteya çareserî û aştiyê Ocalan e û got, tenê Ocalan dikare aramiyê pêk bîne. ‘TECRÎD LI PÊŞIYA KONGREYÊ ASGTENG E’ Hemwelatiyê bi navê Mûsa Kaya jî anî ziman ku, tecrîda li ser Ocalan wek tecrîdkirina tevahiya gelê kurd e û wiha axivî: “Em dixwazin ev tecrîd demildest bê rakirin. Ev tecrîd jî tê maneya şer. Kes bi şer serneketiye, her tim bi me daye windakirin. Heta ku Serokê Gelê Kurd azad nebe, ne gelê kurd û ne jî Rojhilata Navîn û Tirkiye azad nabe. Mifteya aştî û çareseriyê li Girava Îmraliyê ye. Dixwazin gelê kurd bi tecrîdan û girtinan xelas bikin. Vê yekê gelek caran ceribandin, lê bi ser neketin. Divê ku bi lezgînî bi destê Serokê me bê girtin.” Kaya yek ji astengiya li pêşiya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê wek tecrîda li ser Ocalan nirxand û got, tecrîda li ser Ocalan li ser pêknehatina kongreya neteweyî bandor dike. Kaya bang li hemû gelê kurd kir ku, li dijî hemû tecrîd û êrîşan yekîtiya xwe ava bikin û got, dema yekîtiya kurdan hatiye. ‘TECRÎD QUTKIRINA HÊVIYA HEMÛ GELA YE’ Welatiyê bin avê Mûstafa Alphan jî anî ziman ku, tecrîda li ser Ocalan qutkirina hêviya hemû gelên Rohilata Navîn e û got, eger ku îro bi Ocalan re hevdîtin bihatana kirin dê çareserkirina pirsgirêka kurd jî pêk bihatibûna û wê îro li ser xaka Kurdistanê şer pêk nehatana. Alphan di dewamiya axaftina xwe de Ocalan wek şansek û aktorek çareseriyê da nişandan û wiha got: “Birêz Ocalan bûye tirsa nav dilê dagirkeran. Eger ku ji hêza Ocalan netirsiyanan, dê îro li ser wî tecrîd pêk nehatana.” Alphan di berdewamiya axaftina xwe de balê kişand ser Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê û bang li hemû pêşeng û saziyên kurd kir ku, yekîtî û hêza xwe li dijî êrîşan bikin yek.