Qeyûm tayînî şaredariyên Mêrdîn, Wan, Sêrt û Dersimê kirin 2016-11-17 08:23:39 NAVENDA NÛÇEYAN - Wezîrê Karên Hundir, piştî hevşaredarên Sêrt û Dersimê hatin girtin û Hevşaredarê Bajarê Mezin a Wanê hate binçavkirin, qeyûm tayînî şaredariyên Mêrdîn, Sêrt, Wan û Dersimê hatin kirin. Karkerên Şaredariyê li pêş avahiyên şaredariyê çalakî pêk anîn. Duh Hevşaredarên Bajarê Dersimê û Sêrtê hatin binçavkirin û piştre hatin girtin. Îro jî polîsan bi ser Şaredariya Wanê de girtin û Hevşaredarê Wanê Bekir Kaya binçav kirin. Wezîrê Karên Hundir piştî ku Hevşaredarê Bajarê Mezin a Wanê Bekir Kaya hat binçavkirin, Waliyê Wanê Îbrahîm Taşyapan wekî qeyûm tayînî Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê hate kirin. Wezareta Karên Hundir bi heman biryarê piştî Hevşaredarê Sêrtê jî binçav kirin û girtin li Şûna Bakirhan Cîgirê Waliyê Sêrtê Ceyhun Dilşad Taşkin tayînî Şaredariya Sêrtê kirin. Li Mêdînê jî qeyûm tayîn kirin. Di daxuyaniya ku ji aliyê Wezareta Karên Hundir ve hate kirin de hate gotin ku ji bo Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê û Şaredariya Sêrtê qeyûm hatile tayînkirin. Di daxuyaniya wezaretê de wiha hat gotin: "Ji bo Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê Walî Mustafa Yaman wekî wekîlê şaredariyê hatiye tayînkirin. Piştî li Wan û Mêrdînê qeyûm hat tayînkirin xebatkar û karkerên şaredariyê li ber şaredariyê kom bûn û çalakî pêk anîn. Polîsan li Wanê bi ava şid mudaxaleyî çalakiyê kir û alozî derket. QEYÛM TAYÎNÎ ŞAREDARIYA DERSIMÊ JÎ KIRIN Piştî şaredariyên Mêrdîn, Wan û Sêrtê qeyûm tayînî Şaredariya Dersimê jî hat kirin. Piştî ku Hevşaredarên Dersimê Nurhayat Altun û Mehmet Alî Bul hatin girtin, Wezareta Karê Hundir qeyûm tayînî şaredariyê kir. Bi biryara Wezareta Karên Hundir, Alîkariyê Waliyê Dersimê wekî qeyûm hat tayînkirin.