Hevşaredarên Dêrsimê hatin girtin 2016-11-17 08:26:16 DERSIM - Li Dersîmê Hevşaredar Nûrhayat Altûn û Mehmet Alî Bûl jî di navde 12 kes hatin girtin. Hevşaredarên Dersîmê Nûrhayat Altûn û Mehmet Alî Bûl, endama Meclîsa Şaredariyê Cemîle Ataş, Nûnera DÎSK'ê ya Dersîmê Şukran Yilmaz, Hevserokê DBP'ê yê Bajêr Mûrat Polat, Hevserokê HDP'ê yê Bajêr Aslan Çag, endamê Meclîsa Partiyê ya HDP'ê Ekber Kaya, rêveberên HDP'ê yên Bajêr Huseyîn Dagdevîren û Yaşar Agin, Serokê EMEP'ê yê Bajêr Mûstafa Taşkale, Nûnerê BES'ê yê Bajêr Mûsa Kiliç û Hakan Kavût ê ESP'yî ku duh danê sibehê hatibûn binaçavkirin. 12 kes piştî derxistin dadgehê şev nîve şevê hatin girtin û şandin girtîgehê.