11 kes hatin girtin 7 kes hatin binçavkirin 2016-12-23 15:03:16 NAVENDA NÛÇEYAN - Li Sêrt û Antalyayê 11 kes hatin girtin û li Şirnex û Meletiyê jî 7 kes hatin binçavkirin. Li Antalyayê di 12'ê kanûnê de polîsan bi ser malan de girtibûn. Di serdegirtina malan de 4 jê zarok bi giştî 7 kes hatibûn binçavkirin. 7 kesên 11 rojin di bin çavan de sewqî dadgehê hatin kirin. Ji 6 kesên sewqî dadgehê hatin kirin yek jê serbest hat berdan. Furkan Ari, Mehmet Ari, Nurullah Ari, Ramazan Bag, Mehmet Fidan, Hakan Oter bi îdîaya "propaganda rêxistinê kirine" hatin girtin. SÊRT Li navçeya Dihê ya Sêrtê jî polîsan di serdegirtina malan de Îzzettin Timurtaş, Reşit Akan, Omer Yilmaz, Huseyin Dundar û Suleyman Arslan binçavkiribûn. Piştî lêpirsîna midûriyeta polîsan ew sewqî dozgeriyê kirin. 5 kes bi îdîaya "Alikarî daye rêxistinê" û "Endamtiya rêxistinê" girt û şandin girtîgeha Tîpa E ya Sêrtê. MELETÎ Li navçeya Doganşehirê ya Meletiyê jî polîsan Rêveberê DBP'ê Abdurrahman Başak, Nazim Bayram jî di navde 3 kes binçavkirin. 3 kesên hatin binçavkirin birin midûriyeta polîsan a Meletiyê. ŞIRNEX Xebatkarên Şaredariya Bajarokê Dêrgulê ya Şirnexê di serdegirtina malande hatin bincavkirin. Leşkeran bi ser malên Alîgirê Hevşaredar Cemal Sakîn, xebatkarên şaredariyê Saît Çoker û Mehmet Dûrak û rêveberê DBP ya berê Arafat Guler de girt û ew binçavkirin. Leşkeran di serdegirtina malên endamên meclîsa şaredariyê Çetîn Gungor, Hamît Ayan û Îbrahîm Kıraç de jî girtin û lê ji ber ne li mal bûn nehatin bincavkirin. Hat zanîn ku kesên hatin binçavkirinin birin Miduriyetiya Polîsan a Şirnexê.