Rêxistina DBP û HDP’ê: Şertê aştî û aramiyê azadiya Ocalan e 2016-12-23 15:42:11 AMED - Rêxistina HDP û DBP'ê yên Navçeya Yenîşehîra Amedê têkildarî rewşa Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan daxuyanî dan. Hevseroka DBP'ê ya Yenîşehîrê Kadriye Ozcanli, diyar kir ku şertê aramî û aştiya li Tirkiye azadiya Ocalan e û xwest Ocalan azad bibe. Rêxistinên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Herêmên Demokratîk ên navçeya Şenîşehîra Amedê têkildarî rewşa Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan civîna çapemeniyê pêk anîn. Endam û rêveberên HDP û DBP'ê li avahiya DBP'ê kom bûn û civîn pêk anîn. Berî ku daxuyanî bê dayîn polîsan dora avahiya DBP'ê dorpêç kir. Hevseroka DBP'ê ya navçeya Yenîşehîrê Kadriye Ozcanli, daxuyanî da û diyar kir ku hêzên kurevî ji bo berjewendiyên xwe yên şexsî Rojhilata Navîn kirine gola xwînê û çareseriya vê yekê azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan e. Ozcanli, anî ziman ku ev şerê li herêmê tê meşandin ne daxwaza gelê herêmê ye û wiha got: "Ev encaama polîtîkayên AKP û Serokomar Erdogan e" Ozcanli, da zanîn ku piştî Mehmet Ocalan bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re hevdîtin kir û şûnde Ocalan diyar kiribû ku ew ji aştiyê û hewldanên çareseriyê re amade ye, lê hikûmeta AKP'ê li şûna gavên çareseriyê bavêje, bêtir şer kûr kiriye. Özcanli, anî ziman ku AKP'ê bi xerakirin û wêrankirina bajarên Cizîr, Sîlopya, Sûr, Nisêbîn û Geverê xwestiye gel çavtirsandî bike û hovîtiyek mezin li ser gel meşandiye. Ozcanli destnîşan kir ku hemû şerê li herêmê pêş dikeve encama tecrîda li ser Ocalan e û çareseriya aştî û aramiya li herêmê azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan e.