Li Geverê 7 kes hatin binçavkirin 2016-12-23 20:12:48 COLEMÊRG - Li gundên Geverê leşkeran bi ser gelek malan de girtin û hat zanîn ku, di van serdegirtinan de 7 kes hatine binçavkirin. Li gundên Berbinî, Silîvana û Memkan yên girêdayî Gevera Colemêrgê, leşkeran serê sibê bi ser gelek malan de girt. Di serdegirtina malan de, welatiyên bi navê Rifat Onma, Arafat Îşozu, Fazil Aytaş, Cebraîl Ateş, Sabri Ateş, Abidin Ateş û Giravî Gurdal hatin binçavkirin. Sedema binçavkirina welatiyan nehat zanîn û hat ragihandin ku, welatî li Muduriyeta Polîsan a Navçeyê tên ragirtin.