Polîsan bi gefan tabelaya kurdî daxist 2016-12-24 09:02:38 AMED - Polîsên li kolanên Sûrê digerin, ketiye nava hewldana daxistina tabelayên kurdî. Polîsan bi gef û şantajan tabelaya Çayxaneya Kobaniyê ya 6 sal in li Sûrê vekiriye daxist. Piştî qeyûm tayînî Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê hat kirin, şaredarî û muduriyeta polîsan bi hev re tevdigerin. Polîsên ku çend roj berê li esnafên Sûrê geriyan, esnafên ku tabelayên wan bi kurdî ne, ji bo daxistina van tabelayan talîmat dan. Yek ji van esnafan xwediyê Çayxaneya Kobaniyê Sezaî Katici ye. Katici diyar kir ku, ew 6 sal e li heman cihî ye û got, polîs hatine çayxaneya wî û ji ber li ser tabelaya wî Kobanê nivîsandiye, girtename girtine. Katici got, piştî ew li hemberî polîsan derketiye, gef lê hatine xwarin û got polîsan wiha jê re gotiye: "Ya tu yê tabelayê daxînî yan jî em ê çayxaneya te ji vir rakin, yê bixisere wê tu bî." Katici diyar kir ku, ji ber vê yekê ew neçar maye tabeleyê rake, lê ew ê li şûna wê tu tabeleyê dalneqîne û wiha domand: "Mecbûr mam ku tabelayê daxînim. Ez ê li şûna wê, bi navekî nû tu tabeleyê dalneqînim. Ev 6 sal e ez vir dixebitînim. Muşteriyên min vê derê wek Çayxaneya Kobaniyê dizanin." Her wiha Katici diyar kir ku, di pêşerojê de ew ê dîsa heman tabeleya xwe daliqîne. Her wiha Bîlal Ozkan ê wek qeyûm tayînî Şaredariya Sûrê hat kirin jî, tabelaya 4 zimanî ya li ser avahiya şaredariyê daliqandî bû, îfadeyên ermenkî û suryanî yên li ser tabeleyê rakiribûn û li şûna wan alaya tirk bi cih kiribû.