Mehmet Ocalan: Xwîn dê bi vekirina deriyê Îmraliyê raweste 2016-12-24 09:03:13 RIHA- Birayê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, Mehmet Ocalan diyar kir ku her roj li Tirkiye yê bi dehan ciwan jiyana xwe ji dest didin û wiha got: "Ger ku dewlet bixwaze xwînê rawestîne divê deriyê Îmralî veke û diyalag ji nûve dest pê bike." Ji 5'ê nîsana 2015'an heta 11'ê îlona 2016'an bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk nedihatin. Ji bo rewşa Ocalan bê zanîn û hevdîtin pêk bên di 5'ê Îlonê de 50 siyasetmedarên kurd li Amedê dest bi greva birçîbûnê ya bê dem û dorveger kiribûn. Piştî birayê Ocalan, Mehmet Ocalan di cejnê di 12'ê îlonê de bi birayê xwe hevdîtin pêk anî, dawî li grevê hatibû. Piştî 12'ê îlonê heta niha dîsa rêya Îmralî hat girtin û di serî de malbata Ocalan, parêzer û Heyeta Îmraliyê bi tu awayî bi Ocalan re hevdîtin pêk neanîn. Birayê Ocalan, Mehmet Ocalan li hemberî girtina rêya Îmraliyê bertek nîşan da û diyar kir ku, li welat her roj bi dehan ciwan jiyana xwe ji dest didin û got, eger dewlet bixwaze vê xwînê rewestîne mecbûr e bi Ocalan re hevdîtinê pêk bîne. 'Jİ BO ME CİWANÊN KURD Û TİRK FERQ NAKE' Ocalan anî ziman ku, tecrîda li ser Abdullah Ocalan nayê pejirandin û wiha axivî: "Rojhilata Navîn di pêvajoyek teng re derbas dibe, her roj li Tirkiyeyê bi dehan ciwan jiyana xwe ji dest didin. Ji bo me polîs, leşker yan jî ciwanên PKK'yî ferq nakin. Em mirov in û ji bo hemûyan jî wijdana me diêşe. Divê demildest pêşî li vê xwînê bê girtin, ev jî bi rêya diyalogê mumkun e." 'HÊZA OCALAN HEYE XWÎNÊ RAWESTÎNE' Ocalan da zanîn ku, ew ji dewlet û kesên demokrat dixwazin ku pêvajoyê rast bixwînin û pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk çareser bikin. Ocalan got, ji bo sekinandina xwînê divê deriyê Îmraliyê bê vekirin û wiha domand: "Tenê hêza Ocalan heye ku vê xwînê rawestîne, wî ji tunebûnê hebûn afirand. Mifteya aştiyê li cem Ocalan e." 'MAFÊ ME YÊN DEMOKRATÎK JÎ NADİN ME' Ocalan dest nîşan kir ku, eger dewletê di 7'ê hezîranê de rêya demokratîk vekiribana, wê ev xwîn nerijiyana û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Wek malbat mafê me heye ku, em 15 rojê carekî hevdîtinê pêk bînin. Lê hemû mafên me yên demokratîk tên astengkirin. Ez ne ji bo xwe, tenê bila ji bo rawestandina xwînê hevdîtin bê pêkanîn. Bila parêzer herin, yan jî heyet. Ji ber vê xwîna dirijê wijdana min diêşe. Min gelek êş kişand, ez naxwazim kesên din jî bikişînin. Dê vekirina rêya Îmraliyê, ji bo her kesî bibe fêde." Arjîn Dilek Oncel - dihaber