5 salin dengê def û zurneyê ji Roboskê bilind nabe 2016-12-24 09:15:52 ŞIRNEX- Li Gundê Roboskiyê yê bi balafirên şerî 34 ciwan lê hatin qetilkirin, 5 sal in dawet nayê kirin. 5 salin bûkên hine li destê xwe nekirine bi cil û bergên reş dijîn. 5 salin dengê def û zurneyan bilind nabe. Ji rojan 28'ê kanûna 2011'an, li Gundê Roboskiyê yê Qilebana Şirnexê, piştî balafirên şerî bi bombebaranê cihê şev û rojê veguherand, ji wê rojê heta niha piştî wan bedenên perçekirî, gund bi şînê hatiye nixumandin. Ji wê rojê ve kincên reş ên hatin li xwe kirin, nehatin derxistin. Dayikên 34 welatiyên hatin qetilkirin, êdî cil û bergên rengo rengo li xwe nekirin û li gel vê, hema bêje hemû gund bi kincên reş hatiye nixumandin. Li Herêma Botanê ya ku kevneşopiyên kurdî herî zêde xwe lê didin der, dawet û şahiyên wan her li ser zimana ne. Dawetên ku zarok, jin, extiyar, ciwan bi cil û bergên rengo rengo beşdarî wê dibin, li gel kilam û stranan govendê digerînin. Li vê herêmê, yek ji wan gundên ku govendên bi vî rengî lê dihatin gerandin, Gundê Roboskiyê bû. Li vî gundê ku cejn lê nayên pîrozkirin, ji wê roja reş î qetran heta niha, dawetek jî nehatiye lidarxistin. Bûkên ku êşa 34 ciwanan li dilê xwe kirine bar, ji wê rojê ve bûkaniyên spî li xwe nekirine û ji dêvla wan bi cil û bergên reş ji mala bavê vediqetiyan. DAWETÊN 3 ROJ Û 3 ŞEVAN HEBÛN Xezal Encu, dayika Cemal Encu yê di komkujiyê de jiyana xwe ji dest da, tîne ziman ku, beriya komkujiyê ew kêfxweş bûn û vedibêje ku, her rojek wan wek dawetekê bû, her kes kêfxweş bû. Encu dawetên berê bi bîr dixe û wiha dibêje: "Heta 3 rojan dawet dihatin lidarxistin. Rojekê roja hineyê bû, roja din bûk dianîn û 3 rojan heta derengê şevê dawetên me didomiyan." Encu anî ziman ku, ji wê rojê ve li gund ne cejn hatiye pîrozkirin û ne jî dawet hatine lidarxistin. HINE LI DESTÊ WÊ NEHAT KIRIN Nazîfe Encu, ya di komkujiyê de birayê xwe Aslan Encu winda kir, yek ji wan kesa ye ku piştî komkujiyê zewicî ye. Wê jî we bûkê din, ne dawet kiriye û ne jî hine li destê xwe kiriye. Nazîfe Encu dibêje, "Dema mirov dizewicin bi kincên spî û rengo rengo tên verêkirin. Dema ez zewicîm, ji mala bavê xwe ne bi bûkaniyê, bi cil û bergên reş derketim" û diyar kir ku, piştî komkujiyê li vî gundî, tenê ne yên xizmên xwe windakirin, tu kes ne dawet û ne jî şahiyek li dar xistiye. ‘BI KINCÊN XWE YÎ REŞ JI MALA BAVÊ XWE DERKETIM' Encu dibêje, her rojeke wan wek şînekê ye û wiha didomîne: "Min jî dixwast bi bûkaniyê ji mala bavê xwe derkevim. Me şeva hinê li dar nexit, dawet nekir. Berê bi wesayîta bûkê re, karwan dihatin çêkirin. Di dawetên xwe de em dibûn berbûk. Me ne şeva hineyê dît, ne jî dawet dît, ne jî bûkanî. Wisa bi kincên reş derketim ji mala bavê." Encu tîne ziman ku, ji ber nedîtina kiryarên 34 ciwanan ew qet ne bextewar in û wiha behsa wan rojên berê yên bêriya wan dike kir: "Berê edetên me pir xweş bûn. Berê dema me dawetek li dar dixist, em diçûn mala bûkê me destê wê hine dikir. Kêfxweşî bû, şahî bû. Ne tenê ya min, daweta mirovên din jî nebû. Min hine li destê xwe nekir, bûkanî li xwe nekir. Her keça ciwan dixwaze, hineyê li destê xwe bike, bûkaniyê li xwe bike, lê me li xwe nekir. EM bi kincên reş dihatin. EM di şînê de bûn, me ne xwest em bûkaniyê li xwe bikin. Berê me dawet li dar dixistin, me 3 rojan dilîst, kincên kesk û sor û zer li xwe dikir. Niha kincên me reş bûne." HETA KIRYAR NEYÊN DÎTIN... Encu herî dawî got, heta kiryar neyên dîtin, ew ê ne dawetan li dar bixin û ne jî cejnan pîroz bikin. Dîcle Muftuoglû/Devran Toptaş- Dîhaber