Zivistan hat, lê venegeriyan 2016-12-24 09:17:38 COLEMÊRG - Şaban Kaya û hevjîna wî Asya Kaya ji ber rêyên bi hinceta "ewlehiyê" hatine girtin, 7 meh e li dibistana mezrikê dimînin. Her du hevjîn her biharê diçin Mezrika Orîte ya girêdayî Gundê Kotranîsê û di payîzê de vedigerin. Şaban û Asya Kaya yên îsal çûn mezrikê, hîn jî venegeriyane. Şaban Kaya û hevjîna wî Asya Kaya, yên li Mezrika Orîte ya girêdayî Gundê Kotranîsa Colemêrgê dijîn, ji ber rêyên bi hinceta "ewlehiyê" hatine girtin, 7 meh e li dibistana mezrikê dimînin. Her du hevjînên hev ên her bihar diçin mezrika ku di salên 90'î de hatibû valakirin û di payîzê de vedigerin, îsal di meha gulanê de çûn mezrikê, lê he rçiqas zivistan jî hatibe, hîn jî venegeriyane. PAYÎZ HAT LÊ BELÊ... Şaban Kaya ê her sal di biharê de gihayên diçinîne, di payîzê de li navendê difiroşe got, îsal ji ber girtina rêyan hemû giha û kaya wî di dest wî de maye û ew nikarin ji gund derbikevin. Kaya anî ziman ku, piştî mezrik hatiye valakirin ew li Wanê bi cih bûne û got, ji bo ew li 8 kulfetan binihêre, gundê ew di biharê de hatinê niha nikarin jê derkevin. RÊ HAT GIRTIN KIRÎGER NEHATIN Her du hev jîn, ew mala havînan lê diman ji ber rûxiyaye, ji neçarî li dibistana gund bi cih bûne. Kaya yê havînan gihayê çinîniye qismek jê veguherandiye kayê, qismek jê jî wek giha kiriye hezaz anî ziman ku, gihandina gund di ser herêma Erzîkiyê re pêk tê û got, ew rê jî bi meha ye bi fermana Walîtiya Colemêrgê hatiye girtin. Kaya dest nîşan kir ku, ji bo giha û kaya di dest wî de, kirîger nehatine gund û diyar kir ku, tahb û keda wan î îsal badilhewa çûye. DAHATA WÎ TENÊ JI GIHA Û KAYÊ TÊ Kaya diyar kir ku, zarokên wî li Wanê û ew jî li mezrikê dimînin û wiha domand: "Ji bilî vî gundî tu tiştekî min tune ye. Dahateke min jî tune ye. Ez her sal ji Wanê têm vir û giha diçinînim. Her sal beriya zivistan bê, gihayê xwe difiroşim û pê debara malbata xwe dikim. Lê belê, îsal dewletê rêya Erzikiyê ji çûnûhatinê re girt. Dema qamyon ji bo wergirtina gihayan nehat gund, ji neçarî min guha veguherandin kayê. Ev jî mesrefeke dine. Lê mixabin, her çiqas kirîgerên kaya me jî hebe nayê firotin. çimkî zivistan hatiye, lê hîn jî rêyên me nehatine vekirin. Niha diviya ez li Wanê bûma. Zarokên min li malê bi tenê ne û ez û hevjîna xwe li vir bi tenê man. Zivistanê derfeta me yî em li vir bimînin tune ye. Ji ber vê me amadekariyên zivistanê jî nekir. Berf jî dest pê kir û em li vir asê man. Em li dibistana gund dimînin. Em qirşik mirşikan berhev dikin û ji bo xwegermkirinê dişewitînin. Hêviya me ew e ku, di demeke kurt de rê bên vekirin û em jî vegerin bajêr nav zarokên xwe."