Ji xebatkarên Van TV ku ekrana wê hat reşkirin îfade xwestin 2016-12-24 10:52:20 WAN -Ji xebatkarên Van TV ku ekrana wê hat reşkirin û deriyê wê hat mohrkirin xwestin ku biçin îfadeyê bidin. Polîsên TEM'ê yek bi yek li xebatkarên Van Tv a di 28'ê Îlonê de bi biryara KHK'ê ekrana wê hat reşkirin û mohr li deriyê wê hat xwestin, geriyan û xwest biçin li Midûriyeta Polîsan a Wanê îfade bidin. Van Tv ku di 2005'an de dest bi weşana herêmî kir û di 17'ê Çileya 2013’an de dest bi weşana peykê û neteweyî kir, di 28'ê îlona 2016'an de bi biryara KHK'ê ekrana wê hat reşkirin û mohr li deriyê wê hat xistin. Xebatkarên Van Tv, piştî deriyê wê hat girtin 20 rojan li ber deriyê televîzyonê çalakiya rûniştinê pêk anîbûn.