Qeyûm tayînî 3 Şaredariyên DBP’ê kirin 2016-12-24 13:46:27 BEDLÎS - Piştî hevşaredarên Xîzan, Motkî û Yolalanê yên DBP'î hatin girtin, qeyûm tayînî şaredariyan kirin. Piştî şaredarên Şaredariyên Xîzan Motkî û Yolalanê hatin girtin qeyûm tayinî şaredariyan hatin kirin. Qeymeqamê Xîzanê Bulent Hamîtoglu tayînî Şaredariyên Xîzan û Yolalanê hat kirin. Qeymeqamê Motkiyê Mehmet Kiliç jî wekî qeyûm tayînî şaredariya Motkiyê hat kirin. Hevşaredarê Xîzanê Îhsan Ugur, Hevşaredarê Motkiyê Ozcan Birlik û Hevşaredarê Yolalanê Felemez Aydin, di 14'ê kanûnê de hatibûn binçavkirin û di 20'ê kanûnê de hatibûn girtin.