Li Geverê 7 kes hatin berdan 2016-12-24 16:56:17 COLEMÊRG - Li gundên Geverê 7 welatiyên duh ji aliyê leşkeran ve hatibûn binçavkirin hatin berdan. Li gundên Berbinî, Silivana û Memkan yên navçeya Geverê ya Colemêrgê welatî Rifat Onma, Arafat Îşozu, Fazil Aytaş, Cebraîl Ateş, Sabri Ateş, Abidin Ateş û Giravî Gurdal ên hatibûn binçavkirin piştî îfadeya li Miduriyeta Polîsan a Geverê hatin berdan.