Rojnameger Omer Çelîk bi îşkenceyê binçav kirin 2016-12-25 08:25:44 AMED/STENBOL - Rojnameger û Midûrê DÎHA ya hat girtin Omer Çelîk û Nûçegîhanê DÎHA ya hat girtin Metin Yoksu û Rojnameger Tunca Ogreten di serdegirtina malan de hatin binçavkirin. Malbata Omer Çelîk diyar kir ku Tîmên Tevgera Taybet bi çekên lûledirêj bi ser malê de girtine û di serdegirtinê de îşkence û heqaret li Omer Çelîk kirine. AMED Rojnameger û Midûrê Ajansa Nûçeyan a Dîcle (DÎHA) a bi biryara KHK'ê hat girtin Omer Çelîk bi îşkenceyê hat binçavkirin. Tîmên Tevgera Taybet serê sibê saet di 04.00'an de bi çekên lûledirêj bi ser mala Çelîk de girtin. Dema malbatê derî vekir tîmên taybet hevser û dayika Omer li erdê dirêj kirin û dest bi lêgerînê kirin. Her çend malbatê got bebek heye jî tîmên taybet Omer Çelîk, daylik û hevsera Omer li erdê dirêj kirin. Piştî demekê Omer Çelîk derxistin salonê û li malê dest bi lêgerînê kirin. Tîmên Taybet dayika Omer Çelîk Remziye Çelik spartin dîwar û çek xistin serê wê. Piştre Omer Çelîk birin eywanê û bi qasî nîv saetê îşkence lêkirin. Bê navber gotinên "Tu nûçeyan dinivîse ha! De ka niha nûçeyan binivîse. Hûn Ermenî ne û çêr li Çelîk kirin. Piştre dayik û hevsera Omer darp kirin. Polîsê ku çek xist serê dayika Çelîk got "Te çima kurê xwe kir rojnameger? Te çima destûr da. Piştî îşkenceya nîv saetê Polîsên TEM'ê ketin hundir û bi qasî 2.5 saetan lêgerîn kirin. Polîsan piştî lêgerîn kirin û hemû alavên malê tev li hev kirin, destê Çelîk kelepçe kirin û birin Şaxa TEM'ê ya Amedê. Polîsan hemû telefonên endamên malbatê, pirtûk û filas dîskên li malê tev desteser kirin û birin. Hat zanîn ku der barê dosyayê de biryara veşarî heye. STENBOL Li Stenbolê jî Nûçegîhanê DÎHA ya hat girtin Metin Yoksu, di di serdegirtina malan de binçav kirin û birin Midûreyta Polîsan a Stenbolê. Polîsên bi rûpoş di saetên şevê de bi ser mala Metin Yaksu ya li taxa Soganli ya navçeya Bahçelievlerê ya Stenbolê de girt. Polîsan li malê lêgerîn kir û hemû telefonên malbatê desteser kir. Polisan Rojnameger û nivîskarê Rojnameya Dikenê Tunca Ogreten jî di serdegirtina malê de binçav kirin û birin midûriyeta polîsan. Hat zanîn ku heta 5 rojan qedexeye ku parêzer biçe hevdîtina Ogreten. Di serdegirtina malan de Berpirsiyarê Îdareya Rojnameya Bîr Gunê Mahir Kanaat jî hat binçavkirin. Kanat jî piştî hat binçavkirin birin Midûriyleta Polîsan a Stenbolê. Di heman operasyonê de xwediyê îmtiyazê yê Rojnameya Gerçegin Devrimci Sesi û Rojnameya Yolculuk Eray Sargin li mala xwe ji aliyê polîsan ve hat binçavkirin.