Gelo Qanûna Bingehîn a nû, dikare bibe pira navbera civak û dewletê? 2016-12-25 09:00:00 STENBOL - Naveroka metna qanûna bingehîn a nû ya ku bi hevkariya AK Partî û MHP'ê berpêşî Binkomîsyona Meclîsê hat kirin, hişyariyên Abdûllah Ocalan ên di pirtûka "Nexşeya Rê" de, bi bîr xistin. Ocalan, di pirtûka xwe de gotibû; ancax qanûneke bingehîn a li ser esasên maf û azadiyên şexsî û civakiyî, dikare bi awayekî rasteqîne xwe bigihîne sazbarî û ewlahiya wesfa Komarê ya demokratîk, civakî, laîk û huqûqî. Metna Qanûna Bingehîn a nû ku diviya li ser divêtiya mutabaqateke civakiyî bihata amadekirin, lê bi xebateke hevkar a AK Partî û MHP'ê li ser bereka "Yekîtiya Netewî" hat amadekirin û berpêşî Binkomîsyona TBMM'ê hat kirin. Li gel vê, nîqaşên têkildarî mijarê jî, ji nû ve gur bûn. Ji aliyê hin derdoran ve tê şîrovekirin ku, wê qanûna bingehîn a nû ne kêmî "Qanûna Bingehîn a 12'ê Îlonê" be. Lê di vê mijarê de, yek ji wan kesên ku herî zêde miraqa şîroveya wî tê kirin jî, Rêberê PKK'ê Abdûllah Ocalan e. Ocalan nêrînên xwe yî têkildarî Qanûna Bingehîn a nû de, di pirtûka xwe yî "Li Tirkiyeyê Pirsgirêkên Demokratîkbûyînê, Li Kurdistanê Modelên Çareseriyê-Nexşeya Rê" ya ku di 2009'an de nivîsand û ji 10 madeyan pêk tê formule kiribû. Ocalan ê di ser navê "Rêgeza Qanûna Bingehîn a Demokratîk" a pirtûka xwe de nêrînên xwe rave dike, diyar kiribû ku, divê qanûna bingehîn a dê bê çêkirin, ji dewletê bêtir, xweşî û sihetbûyîna civakiyî esas bigire. TEVGIRIYA QANÛNA BINGEHÎN Ocalan di pirtûka xwe de dest nîşan dike ku, qanûna bingehîn a bê amadekirin, heke bi konsensusa hemû derdorên civakê bê mîsogerkirin, wê mafên sereke yên şexsî û civakiyî, mafên îfadekirina azadiyê û rêxistinbûyîna demokratîk xwedî girîngiyeke diyarker be û wiha dibêje: "Heke qanûneke bingehîn li ser esasên maf û azadiyên şexsî û civakiyî tevbigere, dikare bi awayekî rasteqîne xwe bigihîne sazbarî û ewlahiya wesfa Komarê ya demokratîk, civakî, laîk û huqûqî. Di vê çarçoveya qanûna bingehîn de, li gel pirsgirêkên civakiyî yên din, wê pirsgirêka kurd jî xwe bigihîne rêya çareseriyê. Komareke ku li gomlekê netew-dewleta hişk vezelînê peyda bike, wê di encama bidestxistina mafên şexsî û civakiyî yê kurdan de, ne ku wê bê dabeşkirin, bereksê vê wê xwe bigihîne yekpareyiyeke rasteqîne û mayînde. Wê li ser vî esasî, ji wan travmayên giran, ji wê windahiya can û malê ku dawî lê nayê, ji êş û hêsiran rizgar bibe. Wê bi vî awayî ewlehiya welat û milet, pêşveçûyîn û bextewariya wan mayînde bibe." GOTIBÛ 'DIVÊ TÊGEH BI AWAYEKÎ VEKIRÎ BÊN PÊNASEKIRIN' Ocalan di şênberiya Tirkiyeyê de dest nîşan dike ku, ji bo demokratîkbûyîn û çareseriyê, divê hin têgeh bi awayekî vekirî bên pênasekirin û dîsa di dema çareseriyan de pêdiviya bi sawên bingehîn, çarçoveya sazîbûnê û girêdana bi rêgezan dest nîşan dike. Tespîtên wî yên di vî warî de wiha ne: "Pirsgirêk, ji rojanebûn û serdemîbûnê heta binyadîbûnê (strukturel), ravekirina têgehan divên. Heke çareseriyên rojane û serdemiyî binyadiyê di xwe de nehebînin, dibe ku ji nû ve xwe bidin der. Mînak, dibe ku hin pirsgirêk bi rêziknameyan û qanûnan bên çaresekirin, lê pirsgirêkên binyadî-makezagonî bi rêzikname û qanûnan nayên çareserkirin. Pirsgirêkên binyadî girêdayî pergala qanûna bingehîn in û çareseriyeke di wê çarçoveyê de divên." ‘QANÛNA BINGEHÎN WEK HÊLIMÊ CIVAK Û DEWLETÊ LI GEL HEV DIHÊLE' Ocalan dest nîşan dike ku, demokratîkbûyîn her çiqas tevgerîneke siyasî ye jî, heke xwe nespêre qanûneke bingehîn a konsensuseke civakiyî, wê xwe negihîne rewşa rejîmeke mayînde û sîstematîk û diyar dike ku, ji ber vê yekê, qanûnên bingehîn lihevkirina civakeke demokratîk û dewletê îfade dike. Ocalan ji bo maf û azadiyên şexsî jî, dibêje ancax dikare bi civaka demokratîk wateyekê li xwe bar bike û wiha dest nîşan dike: "Berksê vê, li hemberî dewleta xwedî siftiya hêzeke mûazzam e, wê parastina van mafan nepêkan be. Divê dewletê jî, ne wek saziyeke ku tim pirsgirêkan derdixîne û giran dike, li qada pisporî û tecrûbeyê ji bo wek faktoreke ku çareseriyê pêk tîne bê ragirtin û ji bo vê jî qanûna bingehîn amûreke bivê nevê ye. Qanûna Bingehîn a demokratîk, bi wesfa xwe yî ku erkê, tecrûbe û pisporiyekê li dewletê bar dike, di rewşeke ku wek hêlimê civak û dewletê li gel hev dihêle de ye." DIVÊ QANÛNA BINGEHÎN XWEŞÎ Û SIHETIYA CIVAKÊ ESAS BIGIRE Ocalan "Rêgeza Çareseriya Demokratîk", ne wek bêtir dewletbûyînê ji xwe re dike hedef, ne wek dumahîka dewletê, lê wek modeleke demokratîkbûyîna civaka sivîl, yanî modela ku civaka demokratîk ji xwe re esas digire pênase dike. Nirxandinên wî yî têkildarî vê modelê wiha ne: "Di bin banê dewletê de, ji beralîbûna guherînên teşeyî bêtir, di bin banê civakê de berê xwe dide çareseriyên rejîma demokratîk. Arasteyî dewletê, herî zêde daxwaza qanûneke bingehîn a demokratîk dike. Helbet ji bo çêkirina qanûneke bingehîn, divê hewldanên teorîk û pratîk tatmînkar bin, divê ev qanûna bingehîn ji dewletê bêtir, xweşî û siheta civakê esas bigire." Ocalan di pirtûka xwe de hin rêgezên çareseriya netewa demokratîk wiha rêz dike: Netewa Demokratîk, Welatê Hevpar-Welatê Demokratîk, Komara Demokratîk, Qanûna Bingehîn a Demokratîk, Neveqetîna Mafên Şexsî û Kolektîf, Azadî û Serxwebûna Îdeolojîk, Dîrokîbûn û Niha, Exlaq û Wijdan, Xweparastina Demokrasiyan.