Mîkrofona radyoyê wek delîla 'Endamê rêxistinê' hat hesibandin! 2016-12-25 09:03:24 MÊRSÎN - Xebatkara Radyo Sesê Fatma Olmez a di çarçoveya operasyonên li Mêrsînê hat lidarxistin de hat girtin, hat îdiakirin ku beşdarî çalakiyên ku wek rojnameger dişopand bûye. Dadgehê mîkrofon û berguhka di dest Olmez de delîlên "endamtiya rêxistinê" hesibandin. Li Mêrsînê, xebatkara Radyo Sesê Fatma Olmez di çarçoveya operasyonên li dijî HDP'ê de hat binçavkirin û derket holê ku, Olmez bi îdiaya "Endamtiya rêxistinê" hatiye girtin. Olmez a ku ji bo weşana radyoyê daxuyaniyên çapemeniyê û mîtîngên HDP'ê şopandiye, hat îdiakirin ku beşdarî wan bûye û bi vî awayî sûc kiriye. Her wiha di 2014-2015'an de şopandina wê yî çalakiyên Platforma Ked û Demokrasiyê ya Mêrsînê û Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Mêrsînê jî wek sûc hatin lansekirin. Di lêpirsîna li muduriyeta polîsan û dozgeriyê de, bi pirsên arasteyî Olmezê hatin kirin, her çiqas di dest Olmezê de mîkrofona Radyo Sesê û di guhê wê de berguhkawê hebûye jî, hat îdiakirin ku ew ne wek rojnameger, lê wek çalakvan beşdarî çalakiyan bûye. MÎKROFONA RADYOYÊ JI BO GIRTINÊ WEK DELÎL HAT HESIBANDIN Olmez di parêziya xwe de anî ziman ku, ew ji bo weşana radyoyê wek rojnamegerekê beşdarî çalakiyan bûye û mîkrofan radyoyê û berguhka di guhê wê de ji bo weşanê bûye. Dîsa Olmezê diyar kir ku, li ser navê saziya lê dixebite qerta wê yî çapemeniyê heye û ji aliyê saziya lê dixebite de, li SGK'yê qeyda wê heye. Lê li gel vê parêziyê jî dadgehê bi îdiaya "Endamtiya rêxistinê" biryara girtina Olmezê da. Parêzerê Olmezê, Parêzer Alî Bozan dest nîşan kir ku, der barê muwekîla wî de tu hincetên şênber tune ne û got, polîsên ku wêneyên wê kişandine jî, zanibûne Olmez xebatkara radyoyê bûye. Bozan diyar kir ku, mîkrofona li dest Olmezê û berguhka di guhê wê de bi awayekî zelal dixuyên û dest nîşan kir ku, dadgeh mîkrofon û berguhek wek hinceta "Endamtiya rêxistinê" nîşan dane.