‘Di qedexeyên ji bo ewlehiyan can û mal hatin îlankirin de, ne can, ne jî mal ma' 2016-12-25 09:06:26 MÊRDÎN - Ozlem Çevîren a ji Dêrika Mêrdînê ye, li Şirnexa ku wek bajarê xwe yî duyemîn pênase dike got, niha ji wê dirûngeha ku bi keda 2 salan vekiribû tu şop nemaye. Çevîren diyar kir ku, dema ew li bajêr dinihêre ji bilî gumleteke enqazê tu tiştî nabîne û wiha got: "Tu dibînî, lê qebûl nakî. Keda mirovan serobino bûye." Ozlem Çevîren a li Dêrika Mêrdînê ji dayik bû û mezin bû, piştî 12 salan li Dêrikê dimîne, berê xwe dide Şirnexa ku wê wek bajarê xwe yî duyemîn pênase dike û li vir bi kedeke du salan dirûngehekê (terzîxane) vedike. Çevîren got, ji ber qedexeya 246 rojan, ji keda wê tu şop nemaye. Çevîren der barê daxuyaniyên ku dê mexdûriyeta wan ji holê bêrakirin jî wiha pirsî: "Dibêjin em ê vê mexdûriyetê telafî bikin. Mexdûriyet tenê ne mal e. Bi mehan di konan de mam, gelo ez ê karibim vê ji bîr bikim?" Çevîren got, di anonsên dihatin kirind e, dihat gotin ku ji bo ewlehiya can û malê gel qedexeya derketina derve tê îlankirin û got, di encama qedexeyê de ne mal, ne jî can ma. KEDA MIN A 2 SALAN SEROBINO BÛ Çevîren a ku piştî qedexeyê çû Şirnexê û tiştên leqayî wan hat wiha ragihand: "Piştî qedexe rabû, dema çûm Şirnexê, bajarek tune bû. Navenda çarşiyê jî tune bû. Li hin deveran moloz hatibûn rakirin. Çoleke ripîrast mabû. Tu dibînî, lê qebûl nakî. Keda mirovan serobino bûye. Min di 2'yê îlonê de dikana xwe vekiribû. Piştî kedeke du salan, min ji ahwirdorê hin tişt berhevkirin û vekir. Min cawên xwe ji cihên cuda berhev kir. Niha jî serobino bûye." BAJARÊ MIN BÛNA ANCAX EZ Ê WISA LI BER KETAMA Çevîren got, bajarê bûna ancax wê wisa li ber ketana û wiha diyar kir: "2 zarokên min li Şirnexê çêbûn. Êdî ez jî bûm yek ji Şirnexê. Ya hat kirin, ne aqil ne jî mantiq qebûl nake. Mafê tu kesî tune ye, ku kesekî/ê ji warê wan bike. Tu kes mafê xwe bi rihetî bi dest naxe." Çevîren dest nîşan kir ku, tiştên hatin jiyîn wê neyên jibîrkirin û wiha axivî: "Ji bo gel bitepisînin, bitirsînin çi ji destê wan hat kirin. Lê vî gelî, berê jî heman tişt jiyabû. Wê dîsa jid erheqê wê derkeve. Kalekî extiyar digot, 'Em ê baş bibin, em 3 caran rastî rûxandineke wiha hatin, lê em jid erheqê wê derkevin.' Ev gotin jî nîşan dide ku, bê ev gel çiqas hêzdar e."