Çîleya gundiyan a avê 2016-12-25 09:10:36 AGIRÎ - Niştecihên Gundê Mîrzecanê yên pêdiviya xwe yî ava vexwarinê ji tekane kaniya gund bi cih tînin, avê bi meterayan li ser pişta keran an jî bi erebokên destan dikişînin malên xwe. Li gundê ku nêzî 2 hezar kes lê dijî, zivistanê pirsgirêka avê ji bo wan vediguhere çîleyê. Li Gundê Mîrzecanê yê girêdayî Giyadîna Agiriyê ye, niştechên gund ji bo pêdiviya xwe yî ava vexwerinê her roj bi keran û erobokên destan ji neçarî diçin ser tekane kaniya gund. Kaniya ku li têketina gund e û li ser bîrekê tenê hatiye çêkirin, welatî bi meterayan avê jê dikşînin û metereyên xwe li ser pişta keran an jî li erebokên destan bar dikin û vediguhezînên malên xwe. Li gundê ku 150 mal lê hene û nêzî 2 hezar kes lê dijî, pirsgirêka avê zivistanan zêdetir dibe. Li ser serlêdana gundiyan, 6 sal berê şebekeya avê li gund tê çêkirin, lê ji ber malzemeyên bêqalîte hatine bikaranîn, boriyên avê tim diteqin û ji ber vê jî bi rojan av nayê malan. JIN JI BO AVÊ DIKEVIN DORÊ Li gund hema bêje her saetê jin û zarok bi ker û erebokên xwe yî destan avê dikişînin û carinan jî metereyên xwe yî avê bi benikan vedikin û bi kîlometreyan li pêyî xwe dikişînin. Ji niştecihên gund resûl Urkmez wiha dibêje, "Kesê îhaleya gundê me qezenc kir, ev 6 sal e vê eziyetê bi me dide kişandin" û diyar dike ku, jinên gund ji bo dora avê şeveqê zû ber bi kaniyê ve baz didin. Urkmez anî ziman ku, ji bo heywanên ew xwedî dikin, wesayîtan kirê dikin û ji gund û navçeyên din avaê dikişînin navenda gund û wiha got: "Me serî li dadgehê da, lê he rçiqas me dadgeh qezenc kir jî, dîsa çareyek nehat dîtin." AVA KANIYÊ BI XWÊ YE Ji welatiyan Seyat Yenîgun jî anî ziman ku, ava tekaniya kaniya gund jî bi xwê ye û wiha axivî: "Ne tê vexwarin, ne jî pê çayê tê çêkirin. Em bang li rayedaran dikin, bila vê rewşa me bibînin. Ev 6 sal e, havînê zivistanê em vê eziyetê dikişînin, dev ji havînê berde lê zivistanê zaf zehmet e. Kes xweşikî li mala xwe nikare xwarinekê çêbike." LI SER KANIYÊ ŞERÊ DORÊ Ji niştecihên gund Zumreta Kaya jî anî ziman ku, li ser kaniyê carinan ji ber dorê şer derdikeve û wiha axivî: "Ez û hevjînê xwe du mirovên extiyar in, kesekî ku ji me re avê bikşîne tune ye. Em şeveqê zû bi keran diçin dikevên dorê. Li vir, gelek mirov ji ber sermayê nexweş ketin. Kî dikare vê eziyeta li me hatiye rewakirin bikişîne? Carinan jin ji bo dorê bi hev dikevin. Em biçin kuderê, ji ber bêavêtiyê kes nikare cilşoyê bikarbîne, bila çareyek bê dîtin." Abdûllah Kaya - dîhaber