Beriya bîranîna qatlîama Roboskê binçavkirin 2016-12-25 13:24:31 NAVENDA NÛÇEYAN- Ji bo merasîma bîranîna qatlîama Roboskê çend roj man, li gund di serdegirtinên malan de Serokê Roboskî-Der'ê Velî Encu û 3 kes hatin binçavkirin Li Roboskê 4 kes hatin binçavkirin. Bi fermana dozgerê komarê yê Şirnexê beriya merasîma bîranîna qatlîama Roboskê, Serokê Roboskê-Der'ê Veli Encu, Taybet Encu, Îbrahim Yaylali û Meral Geylanî hatin binçavkirin. 4 kesên hatin binçavkirin birin Fermandariya Cendirmeyan a Bêcuhê. Berê jî birayê Velî Encu Parlamenterê HDP'ê yê Şirnexê Ferhat Encu hatibû girtin û li Girtîgeha Tîpa F a Kindira ya Kocaeliyê tê girtin. 3 KES HATIN GIRTIN 3 kesên li navçeya Doganşehirê ya Meletiyê hatibûn binçavkirin hatin girtin. Hat zanîn ku 3 kesên di 23'ê Kanûnê de li navçeya Doganşehirê hatin binçavkirin piştî derxistin dadgehê hatin girtin. Rêveberê DBP'ê Abdurrahman Başak, Nazim Bayram û Yaşar Çetintaş bi îdîaya “propaganda rêxistinê kirine" hatin girtin û şandin Girtîgeha tîpa E ya Meletiyê. LI DERSIMÊ KESEK HAT BINÇAVKIRIN Li navçeya Pertekê ya Dersimê jî Cenk Akgonul jî ji aliyê polîsan ve hat binçavkirin. Akgonul birin midûriyeta polîsan a Dersimê.