Di riya Reqayê de keleha Caberê hat dorpêçkirin 2016-12-25 14:04:31 REQA - QSD'ê di riya Reqayê de keleha Caberê ya dîrokî dorpêçkirin, hat ragihandin ku dibe ku di demeke kin de keleh bikeve. Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) di riya Reqayê de bêriya ku bigihijîn keleha Caber û bendava navçeya Tabkayê gundê Cabera Rojava ya keleha Caberê heye dorpêçkirin. Hat ragihandin ku bi şev di encama şerên dijwar de QSD ketiye gundê Caber a Rojhilat. Di şer de gelek DAIŞ'î hatin kuştin û 5 DAIŞ'î jî teslîm bûn. Di şerên ku DAIŞ'ê jî bi çekên giran bersiv da de 3 şervanên QSD'ê jiyana xwe ji dest dan. Di operasyona ku hêzên koalîsyonê piştgiriya hewayî da de hat ragihandin ku di demeke kin de QSD dibe ku gundê Cabera Rojava û kelehê bi dest bixe.