Rêxistinên pîşeyî yên rojnamegeriyê û rojnameger: Bila hevalên me bên berdan 2016-12-25 14:37:51 STENBOL - Rêxistinên pîşeyî yên rojnamegeriyê û rojnamegeran li hemberî binçavkirina rojnamegeran li Amed û Stenbolê nerazîbûn nîşandan û xwestin hempîşeyên wan bên berdan. Li Amedê serê sibehê di serdegirtina malan de Midûrê Nûçeyan DÎHA ya ku bi Biryarnameya di Hikmê Qanûnê de (KHK) ve hat girtin Omer Çelîk, li Stenbolê nûçegihanê DÎHA'yê Metîn Yoksu, edîtorê malpera înternetê ya Dîken Tunca Ogreten, Berpirsyarê Hesabgeriyê yê rojnameya BîrGunê Mahîr Kanaat, Xwediyê Îmtiyazê û Midûrê Karên Nivîsan ê rojnameya Yolculuk Eray Sargin ên hatin binçavkirin û Kordînatora Weşanê ya Giştî Derya Okatan a ku hate hînbûn ku der barê wê de biryara lêgerînê heye rêxistinên pîşeyî ya rojnamegeriyê û rojnamegeran daxuyanî dan û xwestin hevalên wan bên berdan. Serokê Giştî yê Sendîkaya Basin-Îş'ê yê DÎSK'ê Faruk Eren li hemberî pêkûtiyên li dijî rojnamegeran nerazîbûna tund nîşanda xwest pêvajoya ku tê jiyîn bi dawî bibe. Eren destnîşan kir ku demokrasiyê darbeyekî mezin xwariye û tabloya tar^iya tê jiyîn jî ji ber vê yekê ye, li hemberî binçavkirina rojnamegeran a bi derbkirinê nerazîbûn nîşan da. Eren wiha axivî: "Wekî rojên darbeyê. Hiqûqê nas nakin. Binpêkirinên mafan û îşkence dîsa heye. Divê ev di demeke kin de veguhere rewşa normal û hempîşeyên me bên berdan." 'DIVÊ XWEDÎ LI MAFÊ RAGINAHDINÊ DERKEVIN' Serokê Giştî Sendîkaya Rojmanegerê Tirkiyeyê (TGS) Gokhan Durmuş jî diyar kir ku li Tirkiyeyê di warê azadiya çapemeniyê de tiştek nelaye û her roj mînakên vê yekê dijîn û hişyar dibin, binavkirinên heyî jî mînakên vê yekê ne. Durmuş bi bîr xist ku li girt^gehan zêdetirî 100 rojnamger hene, kesên ku jibilî rojnamegeriyê tiştekî nakin binçavkirin tu eleqeya vê bi demokrasiyê re tuneye. Durmuş xwest ku hempîşeyên wan ên hatine binçavkirin bên berdan û wiha berdewam kir: "Êdî divê çi bibe? Jixwe li welat bi hezaran kes betal man, nikarin rojnamegeriyê bikin. 170 saziyên çapemeniyê hatin girtin. Ma bêdengî nayê wateya qebûlkirina vê yekê?" Durmuş got ku êdî divê xwedî li mafê ragihandinê bê derketin ji bo vê yekê têkoşîna hevpar divê. 'EM BI PIŞTEVANIYÊ DIKARIN PÊVAJOYÊ DERBAS BIKIN' Gerînendeyê Weşanê yê Giştî yê Evrenselê Fatîh polat jî diyar kir ku ew ji ber binçavkirina hempîşeyên xwe bi fikar in, piştî hewldana darbeyê ya 15'ê tîrmehê gelek rojnameger hatine binçavkirin û bi hincetên pûç tên sûcdarkirin. Polat anî ziman ku OHAL wekî hincet tê nîşandan û bi vî rengî ji pêvajoyekê kêfî derbas dibin. Poyak wiha axivî. "Em dixwazin hempîşeyên me bên berdan. Wekî Însiyatîfa Ez Rojnameger im û wekî rojnamegerên ku endamên rêxistinên pîşeyê yên rojnamegeriyê ne jî em ê pêvajoyê bişopînin. Em dikarin bi piştevaniyê ve vî pêvajoyê derbas bikin. Divê rojnameger li cem hev bin û xwedî li hempîşeyên xwe derkevin."