Piştî DAIŞ’ê kur û 4 birayên wî qetil kir di çeperên pêş de şer kir 2016-11-14 09:01:01 ERDOGAN ALTAN RAQQA- Şervanê QSD'ê Ebû Rahad ku tevlî Pêngava Xezeba Firadê bû, piştî DAIŞ'ê kurê wî yê 8 salî û 4 birayên wî qetilkirin û hevjîna wî di bazarê de firotin, tev li eniya şer bû û niha di eniya pêş de şer dike. Pêngava "Xezeba Firadê" ku ji hêla Hêzên Suriyeya Demokratîk (QSD) ve hat avakirin di roja dehemîn de berdewam dike. Di roja duyemîn de 6 gund û gundik rizgar kir û şerê li dijî DAIŞ’ê berdewam dike. Piraniya şervanên QSD’ê yên tev li pêngavê bûn kurd û erebên ji bajarê Raqayê ne. Piraniya şervanan endamên malbata wan kesek an jî çend kes ji hêla DAIŞ'ê ve an hatine qetilkirin, rastî îşkenceyê hatine, jin di bazaran de hatine firotin, bi zorê hatine koçberkirin û malên wan hatiye şewitandin. Yek ji van kesên ku xizmê wan ji aliyê DAIŞ’ê ve hatine kuştin Ebû Rahad e. DAIŞ'Ê KURÊ WÎ YÊ 8 SALÎ Û 4 BIRAYÊN WÎ KUŞTIN Ebû Rahad, her ku qala malbata wî tê kirin, hestiyar dibe û hêstir ji çavên wî dibarin. Hêrs û bêdeng dibe. Dema şervanên di heman çeperî de serpêhatiya malbata wî gotin, me xwest dîmenên wî bikşînin. Lê ji ber her tim hêstir dikevin çavên wî û gotin di qirika wî de dibin girêk, nikaribû biaxiviya. Ebû Rahad, diyar kir ku ji ber vê yekê ew naxwaze çeteyên DAIŞ'ê girîna wî bibînin û wiha got: "Heta 2 sal berê jî em li Raqqayê bûn. Lê çeteyên DAIŞ'ê her tim bi hinceta alîkariya Xweseriya Demokratîk dikim, davêtin ser malê, lêdan û zilm û zordarî li ser min û malbata min dikirin. Da dawiyê de min îdare nekir ez li hemberî wan derketim û min got 'Hûn çi dixwazin, vala vala zilmê li ser me dikin'. Piştî wî ez neçar mam ji bajêr derkevim û min berê xwe da Girê Spî. Wan jî kurê min ê 8 salî û 4 brayê min gulebarankirin û hevjîna min jî bi xwe re birin. Li gorî tê gotin hevjîna min di bazarê de firotin e." 'BILA ÇETE GIRIYÊ MIN NEBÎNIN' Piştî serpêhatiya xwe vegot, hêsir ji çavên wî hatin û giriya li ser vê yekê nexwest dîmen bên kişandin. Ebû Rahad got ku ew naxwaze çeteyên DAIŞ'ê girîna wî bibînin û kêfxweş bibin. JI BO TOLÊ TEV LI ENIYA ŞER BÛ Piştre şervanên di heman çeperî ya herî pêş de, diyarkirin ku Ebû Rahad ji ber rewşa malbata wî ew pir hêrs bûbû û tevlî QSD'ê bûye û wiha gotin: "Dema bihîst dê pêngava rizgarkirina Raqayê dest pê bike, pir kêfxweş bûbû. Lê ji ber rewşa wî ya malbatî fermandarên QSD'ê nexwestin tevlî tabura çepera pêşî bibe. Ew pir hêrs bû û hêsir ji çavên wî hatin û wiha got 'Zarokê min, birayê min hatin qetilkirin, hevjîna min di destê wan de ye, ma êdî mirin çi ye? Ez neçim çepera herî pêş ez ê çi bikim? Qet nebe ez hêrsa xwe bi tevlîbûn û derbeyek xweş li çeteyan dayîn, kêm bikim'. Li ser vê yekê fermandaran jî destûrê da."