'Ji bo bêhtir êşê nekişînim min cenaze qebûl kir' 2016-11-17 09:18:50 DÎLOK – Emîne Ayhan a ku di komkujiya Dîlokê de, her çiqas ji bo testa DNA’yê 3 caran nimûne dabe jî diyar kir ku, cenazeyê ji bo wan hatiye dayîn ne aîdî kurê wê Ramazan e. Hat zanîn ku, ekîba taybet a ji Enqereyê hatiye, tenê dest û pê nîşan dane û malbat amin nebûye ku cenaze yê wan e, lê ji bo cenazeyê ku hatiye nîşandan bêtir neêşe ji neçarî hatiye qebûlkirin. Yek ji kesên ku di komkujiya Dîlokê de jiyana xwe ji dest da Ramazan Ayhanê 10 salî bû. Çend roj berê der barê teşhîsa cenazeyê Ayhan de di çapemeniyê de nûçeyên wek “hat teşhîskirin” derketibûn. Lê dayika Ayhan, Emîne Ayhan a ku ji bo teşhîskirina cenazeyê kurê xwe ji bo testa DNA’yê 3 caran nimûne dabûn, ev nûçe piştrast nekirin. Ayhan diyar kir ku, cenazeyê ji bo wan hatiye nîşandan ji aliyê ekîbeke taybet a ji Enqereyê hatiye, hatiye teşhîskirin. Ayhan da zanîn ku, piştî testa DNA’yê ya dawîn, dest û piyên cenazeyekî rê wê dane û gotine ev cenazeyê kurê te ye û ragihand ku, ew nizanin ku ew cenazeyê hatiye definkirin, aîdî kurê wê ye yan na. ‘Ez nikarim ji bin wê êşê rabim’ Ayhan diyar kir ku, wê çend roj berê ji aliyê ekîbeke ku ji Enqereyê hatiye testa DNA’yê kiriye û got, ji bo wê hatiye ragihandin ku, cenazeyê bi hejamara 41586’an ê li Goristana Yeşîlkentê hatiye definkirin aîdî kurê wê Ramazan e. Ayhan bi bîr xist ku, wê berê 3 caran ji bo testa DNA’yê nimûne dane û her car xwestine cenazeyekî ne aîdî kurê wê bidin wan û got, êdî ew niakrin ji bin barê wê êşê rabin. ‘Nehiştin em li ser çavê cenaze binerin’ Ayhan got, di dema karên li goristanê ew û tiyê xwe bûne û diyar kir ku, ekîba ji Enqereyê hatiye zûzûka tevgeriyaye û wiha got: “Ji me re negotin, li ruyê cenazeyê ahtiye derxistin jî binerin. Herî dawî tiyê min got, ‘ez ê binerim.’ Berê jî min gotibû, dest û lingê kurê min şeş tilî bûn. Emeliyat bûbû û dema sax bû şopa wan mabû. Ew ekîb jî, tenê dest û pî nîşanî tiyê min dan. Ewqas dem di ser re derbas bûye, hema bêje rizaya bû. Ew jî amin nebû. Nehiştin em li ser çavê wî binerin. Ji ber min nikaribû, min lê nenihêrî. Gotin, ‘ev cenaze yê we ye’ û kaxezek dan îmzekirin.” 'Ji bo êşê nekşîne min qebûl kir’ Ayhan ragihand ku, berê jî 3 cenazeyek 3 caran rê wan dane û gotine aîdî kurê we Ramazan e, lê vê carê cenazeyekî cuda nîşan dan û got, ew hîn jî ne amin in ku ew cenaze aîdî kurê wan e. Ayhan dest nîşan kir ku, ji bo êdî êşê nekşînin ji neçarî qebûl kirine.