Hunermendan ji bo yekîtiya kurdan bang kirin 2016-12-26 09:19:28 STENBOL - Hunermendên kurd têkildarî yekîtiya kurd bang li gelê kurd kirin ku di bin baneyekî de bibin yek û vê firsenda sedsalê ji destê xwe nerevînin. Niqaş û amadekariyên yekîtiya kurd berdewam dike. Hunermendên kurd jî bang li hemû gelê kurd kirin û xwestin di bin banyekî de bibin yek. Hunermendan, anîn ziman ku heta niha gelek firsend ketin destê kurdan û ev fersend nenirxandin û xwestin êdî kurd vê firsenda 100 salan binirxînin. Şanogera kurd Rugeş Kirici, diyar kir ku êdî kurd di her alî de xwedî hêz e û xwest vê hêza xwe di bin baneya yekîtiya neteweya kurd de bike yek. Kirici, xwest her kes ji bo yekîtiya kurd erk û berpirsiyariya xwe bi cih bîne û ji bo yekîtiyê têbikoşin. Kirici da zanin ku edî kurd di qada navneteweyî de bûye xwedî hêz û piştgiriyê ji cîhanê jî digire û wiha got: "Divê her kes berpirsiyariya xwe pêk bîne. Divê ji bo yekîtiyê bar bidin ser milê xwe. Êdî li dijî hemû êrişên kom û çeteyan divê kurd yekitiya xwe xurt bikin. Divê hemû partiyên kurd bibin yek. 'DIVÊ KONGREYA NETEWEYÎ PÊK BÎNIN' Kirici, destnîşan kir ku kurdan li çar perçeyên Kurdistanê bedelên giran dane û xwest di vê pêvajoyê de baldar tev bigerin. Hunermend Kirici, da zanîn ku kengî kurd di baneyekî de bûn yek û yekîtiya xwe xurt kiririn kurd dê bêtir azad bijîn û wiha berdewam kir: "Divê her kes ji bo yekîtiyê tev bigerin. Divê êdî kurd di bin kongreya neteweyî de kom bibin û yekitiya xwe xurt bikin. Hemû dewlet bi ser kurdan de tên. Çand û nirxên wan ji wan didizin. Divê kongreya neteweyî kom bibe û êdî hemû nirxên xwe biparêzin." ALTAY: KONGREYA NETEWEYÎ GIRÎNG E Sînemager û hunermend Veysi Altay jî diyar kir ku di vê pêvajoyê de yekîtiya kurdan girîng e û xwest kurd kongreya neteweyî pêk bînin. Altay, anî ziman ku êdî yekîtiya kurdan nebe nabe û ji bo yekîtiya çand û hunera kurdan ji divê kurd bibin yek kongreya neteweyî pêk bînin. Ji bo çandek kurdî û Kurdistanî pêdivî bi kongreya yekîtiya kurd heye. Ji bo yekîtiya kurd divê hunermend, wêjenas, siyasetmedar û hemû beşên civakê rol û rista xwe bilîzin." 'EM NEBIN YEK, EMÊ BIÇIN YEK BI YEK Hunermendê kurd Çiya Şensez jî anî ziman ku bi sedsalan e kurd perçe perçe bûne û wiha got: "Kurdisdan yek pere ye, lê dewletan em perçe kirine. Gelek dewlet niha li ser kurdan polîkayan dimeşînin. Divê êdî kurd şerê hev nekin. Li dijî şerê devre bibin yek. Wekî Seydayê Cigerxwin gotiye 'Kurdîno eger hûn nebin yek, hûnê herin yek bi yek'. Divê ji bo ziman, çand û nasnameya azad ya Kurdistanê kurd bibin yek û kongreya neteweyî pek bînin. Dive hemû hunermend, rewşenbir, siyasetmedar û ji bo yekîtiya kurdan têbikoşin Divê hemû berpirsiyariya xwe pêk binin.