Yolerî: Muxalefet nayê bêdengkirin, dixwazin wê tune bikin 2016-11-17 09:22:10 STENBOL – Ji parêzerên ÎHD’ê Gulseren Yolerî hewldanên bêdengkirina muxalefeta civakî û Saziyên Civaka Sivîl nirxand û wiha got: “Muxalefet nayê bêdengkirin, dixwazinw ê tune bikin.” Li Tirkiyeyê bi Biryarnameyên di Hukmên Qanûnan de yên piştî hewldana 15’ê Tîrmehê hatin derxistin, tunekirina muxalefeta civakî tê xwestin. Paralelî vê herî dawî komeleyên jin, zarok, alîkarî, huqûq, çand û hunerê jî di nav de, deriyê 370 komele û saziyan hat mohrkirin. Girtina komeleyan wek “bêdengkirina muxalefeta civakî” tê nirxandin, lê gel vê ji parêzerên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Gulseren Yolerî jî, vê rewşê wek “ne bêdengkirin, tunekirin”ê nirxand. ‘NE SERDEMEKE SUPRÎZ E’ Yolerî diyar kir ku, ew serdemeke ku bêdengkirina hemû muxalifên li dijî polîtîkayên îktîdarê ne tê xwestin dijîn û geşedanên heyî wek “ne serdemeke suprîz e” nirxand. Yolerî diyar kir ku, şaş e ku hewldana derbeyê wek operasyonên li dijî Cemaeta Gulenî bên nirxand û wiha got: “Meriv vê bi 7’ê hezîranê re girê bide wê baştir be. Îktîdar encamên vê hilbijartinê qebûl nekirin û hilbijartin nû kirin. Bi hilbijartinên mijdarê re jî serdemeke nû dest pê kir.” SEROKOMARÊ KU ZAGONAN NASNAKE Yolerî daxuyaniyên Serokomar Tayyîp Erdoganî yên li dijî nenaskirina makezagonê û zagonan bi bîr xist û wiha axivî: “Em dizanin ku dema Serokomar bi qeymeqam, keyayan re civîn li dar xistin, ji wan re got, ‘Xwe bi mewzûatê sînro nekin’ yanî ‘Xwe bi zagonan sînor nekin.’ Ev jî tê wateya ‘Ne zagon, gotinên min esas bigirin. Hûn dikarin bi hêza cemaweriyê ya di dest we de zagonan nehesibînin, lê bes bi awayekî ahengî lig or polîtîkayên min tevbigerin.’” ‘HIN DERDOR GIRÎNGIYA PÊVAJOYÊ BÎR NEBIRIN’ Yolerî ya ku vegotinên Erdoganî yên binpêkirinên huqûqê ragihand dest nîşan kir ku, hin derdor fêm kirin ku dê ev vegotin bi xwe re çi bînin, lê belê li gel vê rêxistinbûyîna muxalefeteke bi bandor nehat kirin. Her wiha Yolerî diyar kir ku, hin derdor jî tiştên pêk tên wek pir girîngiya wan tune ye nêz bûne. 'BI OHAL’Ê RE LI DIJÎ MAF Û AZADIYAN DERBE PÊK HAT’ Yolerî diyar kir ku, nîqaşên wek "15’ê Tîrmehê derbe bû ya na?” didomin û wiha axivî: “Em dikarin vê bibêjin, bi sepandinên OHAL’ê re li dijî maf û azadiyan derbeyek pêk hat. Ev derbe şideta xwe zêde dike û didome.” 'WEK CIVAK EM MECBÛR IN LI DIJÎ VÊ TEVBIGERIN’ Yolerî ya ku got, "Mixabin em li cihekî wisa ne ku, hemû dînamîkên muxalefeta civakî li ber tunekirinê ne” bi bîr xist ku, hevserok û parlementerên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ku bi dengê 6 milyon mirovî hatine hilbijartin hatine girtin, 370 Saziyên Civaka Sivîl ên bi siyasetê re eleqedar nabin jî wek muxalîf hatin nîşandan û girtin. Yolerî wiha domand: “Li dijî komeleyan êrîşek heye. Di nav vana de tenê rêxistinên huqûqê, rêxistinên mafên mirovan tune ne, rêxistinên wek nivîskar û rojnamegeran ên li derî siyasetê tevdigerin jî hene. Yanî merheleya ku em hatinê tenê ne bêdengkirina derdorekê an jî ksekî ye, bêdengkirina muxalefeta civakî ye. Ji vê wirdetir jî mebest nebêdeng kirine, dixwazin tune bikin. Wek civak em mecbûr in li dijî vê tevbigerin.”