Rojnameyê Huriyetê li derewên xwe mikur hat 2016-12-26 11:36:42 AMED - Rojnameya Hurriyetê li nûçeya xwe ya derew a bi ser navê "Ji Kobaniya Xayin-Haîn Kobanîden" mikur hat ku bê kok e. Nûnerê xwînerên Rojnameya Hurriyetê Faruk Bildirici di qunçikê xwe de mukir hat ku nûçeya wan derew e û diyar kir ku şaşiyek vahîm kirine. Rojnameya Hurriyetê bi nûçeya bê kok a “Ji Kobaniya Xayin (Hain Kobani’den)" diyar kiribû ku êrîşkarê Qeyseriyê ferman ji E.G. (Ekrem Guney) ê bi kad novê Azad Siser yê ji Çoltara Lîcê girtiye. Rojnameya Huriyetê di 4'ê Gulanê de jî ji bo Guney ê di 2'ê Gulanê de di êrîşa hewayî de jiyana xwe ji dest dabû sernavê “PKK'iyê ku ji bo kuştina wî 4 milyon TL hat dayîn hat kuştin" pêşkêş kiribû. Nûnerê xwînerên Rojnameya Hurriyetê Faruk Bildirici di qunçikê xwe de mukir hat ku nûçeya wan derew e û diyar kir ku şaşiyek vahîm kirine. Di 17'ê Kanûnê de li dijî otobusa leşkeran a Yekîneyên Fermandariya Tugaya Komando yê Qeyseriyê êrîş pêk hatibû. Di êrîşêde 14 leşkeran jiyana xwe ji dest dabûn û 55 leşker jî birîndar bûbûn. Têkildarî êrîşê Rojnameya Hurriyetê di manşeta xwe ya îro de bi sernavê "Ji Kobaniya Xayîn (Hain Kobani’den) " weşand. Rojnameya Hurriyetê, di nûçeya bi îmzeya nûçegîhan Fevzi Kizilkoyun wekî manşet hat serwiskirin de diyar kir ku çalakvan ji Kobanê derbasî Pirsûsê bûye û bi riyên dijzagonî derbasî Tirkiye bûye. Rojnameyê di nûçeyê de destnîşan kir ku êrîşkar ji navçeya Lîcê ya Amedê maşîneya bi bombe bar kiriye û biriye Qeyseriyê. Li gorî nûçeya Hurriyetê Maşîneya bazirganî ya kazeya wê girtî û rengê wê spî, 2 roj beriya êrîşê ji Rihayê hat dizîn. Di nûçeyê de hat îdîakirin ku maşîne ji Rihayê birine çoltara Lîcê ya Amedê û ji wir jî bombe bar kirine û bi fermana E.G. (Ekrem Guney bê bi kod navê Azad Sisar û S.Ç. ê bi kodê Hoca ferman daye wî. Lê heman rojnameyê berê nûçeya ku E.G. kuştin weşandibû. Rojnameya Huriyetê berê di 4'ê Gulanê de jî ji bo Guney ê di 2'ê Gulanê de di êrîşa hewayî de jiyana xwe ji dest dabû sernavê “PKK'iyê ku ji bo kuştina wî 4 milyon TL hat dayîn hat kuştin" weşandibû. Nûçegîhanê heman rojnameyê ji bo heman kesê bi mehan berê di êrişa hewayî de jiyana xwe ji dest da wekî ku fermana çalakiya Qeyseriyê da nîşan da. HÛRIYET LI DEREWA XWE MIKUR HAT Nûnerê xwînerên Rojnameya Hurriyetê Faruk Bildirici di qunçikê xwe de mukir hat ku nûçeya wan derew e û diyar kir ku şaşiyek vahîm kirine. Bîldîrîcî diyar kir ku di 19'ê kanûnê de wan bi manşeta "Ji Kobaniya Xayin (Haîn Kobanîden)" nûçe weşand û wiha got: "Piştî vê nûçeyê ji hin malperên înternetê yên nêzî PKK'ê nûçeyên wekî ‘Huriyetê mirî zindî kir' hatin weşandin. Hin xwînerên me jî bi heman rengî rexne kir. Li ser van rexneyan min li arjîvê nerî û lêkolîn kir. Rexne di cihê xwe de bûn."