'Bi mohrekî têkoşîn bi dawî nabe' 2016-11-17 09:22:53 ÊLIH - Hevserokê MHD'ê yê Êlihê Mesut Aydin têkîldarî girtina komeleya wan axivî û diyar kir ku ji ber ku wan rapora Cizîrê ya amade kirine dewlet di qada navneteweyî de ketiye tengasiyê ev biryar hatiye dayîn lê bi mohrekî têkoşîn bi dawî nabe. Di nava komeleyên hatin mohrkirin de Komeleya Hiqûqnasên Mezopotamyayê (MHD) a Şaxa Êlihê jî hebû. Hevserokê MHD'ê yê Êlihê Mesut Aydin bi bîr xist ku li Cizîr, Sîlopî, Hezex, Şirnex, Gever, Sûr û Farqînê şerên dijwar qewimîne û wiha got: "Di vî pêvajoyê de tiştên ku divê dozger û dewlet bike wekî MHD û OHD me kir. Em çûn cihên ku şer qewimî û yek bi yek bi kesan re hevdîtin pêk anî û rapor amade kir." 'TIŞTÊN ÎRO DIQEWIMIN JI SALÊN 90'AN CUDATIR NÎNE' Aydin destnîşan kir ku bi pêvajoya rêveberiya awarte (OHAL) ve bin pêkirinên wekî dema şer tên jiyîn ev nîşan dide ku aqilê dewletê wekî salên 90'an tevdigere û wiha berdewam kir: "Piştî hewldana darbeyê ya 15'ê tîrmehê bi OHAL'ê re tiştên ku diqewimin xwaziya xwe li dema şer tîne. Di vî pêvajoyê de gelek binpêkirinên mafan qewimî. îşkenceyên di bin çavan de, binçavkirinên demdirêj nîşan dide ku aqilê dewletê wekî salên 90'an cudatir nîne." ‘RAPORÊN ME DEWLET TENGAV KIR' Ayidn destnîşan kir ku piştî ku MHD hate avakirin li herê şerekî giran dest pê kir û wiha got: "Li Cizîr; Hezex, Sîlopî, Şirnex û Sûrê pêvajoyekî ku bajar texrîp kirin, îro hê jî koçberiya bi hezaran kesan tên jiyîn û bin pêkirinên mafên mirovan qewimîn hate jiyîn. Di vî pêvajoyê de tiştê ku divê em bikin dewletê kir. Em çûn cihê ku şer qewimî û bi kesan re hevdîtin pêk anî, kir rapor. Hê jî xebatên me didome. Me ev rapor pêşkesî raya giştî ya neteweyî û navneteweyî kir. Bi vî rapora me ve Dewleta Komara Tirkiyeyê di qada navneteweyî de gelek tengav bû." 'SEDEM RAPORA CIZÎRÊ YE' Aydin destnîşan kir ku mudaxaleya li dijî MHD û saziyên muxalîf ên din, bêdengkirina parçeyekî polîtîkaya derûdorên muxalîf e û sedama ku ev pêkûtî bigihîje qada hiqûqê jî raparo ku li Cizîrê amadekirin û ji raya giştî re pêşkêş kirin e. 'DÊ TÊKOŞÎNA HIQÛQÎ BIDOME' Aydin bilêv kir ku ew wekî MHD û OHD hemû xebatên xwe yek bi yek bi kesan re diaxivin û pêk tînin. Aydin herî dawî wiha got: "Raporên Cizîr, Sûr, Farqîn yek ji wan jî li ser maseyê nehatin amedekirin. Piştî hevdîtinan raporên ku hatine amedekirin in û devlet vê nedîtî ve tê. Mohrkirina komeleyekî nikare têkoşînê bi dawî bike. Ev têkoşîn dê bidome."