Parlamenter li meclîsê bi hev ketin 2016-12-26 14:20:32 ENQERE - Parlamenterên CHPê û AKP'ê, li Meclîsê di niqaşên Komîsyona Qanûna Bingehîn de piştî siloganên “AKP dê hesap bide gel" hatin berzkirin bi şûşeyên pet ên avê bi hev ketin. Niqaşên Komîsyona Qanûna Bingehîn ku AK Parti û MHP’ê bi hevre pêşkêşî meclîsê kirin, îro bi rageşiyê berdewam kir. Komîsyonê piştî rojekê navber da niqaşên xwe, îro dîsa bi rageşiyê berdewam kir. Di civînê de parlamenterên HDP, AK Parti, MHP û CHP'ê amade bûn. Di civîna berê de ligel îtîraza CHP û HDP’ê dîsa dest bi niqaşa xalan kirin. Parlamenterên CHP’ê bertek nîşan dan. CHP'ê bi mijara netewbûnê dest bi niqaşan kir. Parlamenterên CHP û HDP'ê li dijî pêşniyarnameya Qanûnê derketin û diyar kirin ku ev bi serê xwe têr nake. Di niqaşên îro de Parlamenterê HDP'ê Mithat Sancar di komîsyonê de cih nagire. Dema Parlamenterê AK Partiyê Yusuf Başar dest bi axaftinê kir siloganên "Dê roj bê dewran bizîvire, AKP dê sepab bide gel" li salonê hatin berzkirin. Piştî siloganan rageşî derket. Di niqaşên navbera parlamenterên CHP û AKP'ê de rageşî derket. Parlamenteran şûşeyên petê yên avê avêtin hev û bi hev ketin. Li aliyê din Serokwezîrê Tirkiye Binali Yıldırım û Serokê Giştî yê MHP'ê Devlet Bahçelî dê têkildarî Qanûna Bingehîn li Koşka Çankaya bên cem hev.