Têkildarî derbkirina rojnameger Omer Çelîk serî li dozgeriyê hat dayîn 2016-12-27 09:23:59 AMED - Şaxa ÎHD'ê ya Amedê, tîmên taybet ên dema ji paş ve destê Rojnameger Omer Çelîk kelepçe kirin û bi gotinên "Tu yê hêza tirkan bibînî" ew îşkence kirin, giliyê Serdozgeriya Komarê ya Amedê kir. Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê, tîmên taybet ên ku dema ji paş ve destê Gerînendeyê Nûçeyan a Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA) a hat girtin Omer Çelîk kelepçe kirin û îşkenceya fîzîkî û derûnî lê kirin, giliyê Serdozgeriya Komarê ya Amedê kir. Hevjîn û dayika Çelîk ên hem rastî û hem jî bûn şahidiya îşkenceya fîzîkî û derûnî ya tîmên taybet, bi daxwaza alîkariya huqûqî serî li Şaxa ÎHD'ê ya Amedê dan. Piştî serlêdanê, ÎHD tevgeriya û polîsên ku di dema lêgerînê de îşkenceya fîzîkî û derûnî kirin, giliyê dozgeriyê kir. Di daxwaznameyê de, qewimînin ku di dema bûyerê de hevjîn û dayika Çelîk bûn şahidên wan cih girtin. SEWQKIRINA ÇELÎK A SAZIYA TIBA EDLÎ HAT XWESTIN Di daxwaznameyê de hat bibîrxistin ku, îşkence di nav sûcên li dijî mirovahiyê cih digirin, di qanûnan û peymanên navnetewî yên Tirkiye alîgirê wan e de wek sûc tê pênasekirin. Di daxwaznameya ku hat diyarkirin, divê kesên bi îşkencekirinê sûc kirine bên tespîtkirin û cezakirin, hat xwestin ku di warê van sûcan de divê lêpirsîneke objektîf û çalak bê meşandin. Di daxwaznameyê de hat destnîşankirin ku, divê Çelîk ê hîn jî di bin çavan de ye, ji bo tespîta îşkenceya fîzîkî rastî wê hatiye bi lezgîniyî îfadeya wî bê wergirtin û ji bo ev îdia derkevin holê divê sewqî Saziya Tibê ya Edlî bê kirin û ji dozgeriyê daxwaza tiştê divê bêkirin hat kirin. GEFA ‘TU YÊ HÊZA TIRKAN BIBÎNÎ' Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê de, bi îdiaya "têkiliya wan bi RedHackê re heye" û "ekîba bîrbiriyê ya komê ne", di 25'ê kanûnê de li Amed û Stenbolê Çelîk jî di nav de 5 rojnameger hatibûn binçavkirin. Tîmên taybet ên ber destê sibehê bi çekên lûledirêj bi ser mala Çelîk a li Amedê de girtin, Çelîk serdevkî dirêjî erdê kiribûn û piştî ji paşve destê wî kelepçe kiribûn, wî biribûn şaneşîna malê û wî derb kiribûn. Çelîkê hat derbkirin, rastî sixêf û heqaretên tîman ên wek "Tu yê hêza tirkan bibînî", "Tu yê nûçeyan binivîsînî ne wisa, de hadê binivîsîne", "Hûn bêjiyên ermeniya ne" hatibû. Polîsên ku Çelîk birin serşokê, li vir li ber çavê dayik û hevjîna wî dubare îşkenceyê lê kiribûn. Tîmên taybet ên dayika Çelîk biribûn ber dîwar û dabûn rûniştandin, çeka lûledirêj spratibûn serê wê û bi van gotinan heqaretê lê kiribûn: "Te çima kurê xwe kir rojnameger? Çima te destûr da ku bibe rojnameger?" Piştî îşkenceya ku nêzî saetekê domandibû, polîsên TEM'ê hatibûn malê û dest bi lêgerînê kiribûn.