'Em dikarin gelê xwe ji DAIŞ'ê rizgar bikin' 2016-12-27 09:24:16 REQQA - Wê Berdevka Fermî ya Odeya Çalakiyê ya "Xezeba Firatê" Cîhan Şêx Ehmed dema bigihîjên Reqayê, wê li nav bajêr wiha bangî jinên cîhanê bike: "Binihêrin em dikarin bajarê xwe azad bikin. Em dikarin gelê xwe ji DAIŞ'ê rizgar bikin." Duyemîn pêngava operasyona "Xezeba Firatê" ya ji bo azadkirina Reqayê hat destpêkirin, di roja 17'mîn de bo pevçûnên li dor Keleha Caberê didome. Berdevka Fermî ya Odeya Operasyonê Cîhan Şêx Ehmed diyar kir ku, operasyon bi awayekî serkeftî didome û got, ew ê ji bo hemû jinên cîhanê Reqayê azad bikin. WÊ JIN LI CIHÊ HATIYE XISTIN BIWELIDE Ehmed dest nîşan kir ku, di operasyona Reqayê de, rol û rista sereke ya jina ye. Ehmed balê kişand ser girîngiya stratejîk a Reqayê û dest nîşan kir ku, DAIŞ dijminê jinan û mirovahiyê ye, heke paytexta wan reqa bê girtin, wê ev li dijî feraseta wan derbeyek be. Ehmed got, heyfa jinên di bin feraseta mêrî de tên tunekirin tê stendin û wiha domand: "Jinên êzidî li bazarên Reqayê hatin firotin. Ev êrîşeke li dijî nasnameya jinê bû. Ji tecawizê heta kuştinê, wan her tiştî kir. Hîn jî bi vî awayî, bi sedan jinên me di dest wan de ne. Ji ber vê, li Reqayê paqijkirina çeteyan peywira me yî sereke ye. Em di azadkirina bajêr de bi israr in. Em ê vê ji bo hemû jinên cîhanê bikin. Em ê wê ferasetê bieciqînin." BÊRÎKIRINA REQAYÊ Ehmed got, ew bi xwe jî ji Reqayê ye , malbata wê 2 salan di bin esareta DAIŞ'ê de bûye, wê êşa gelê Reqayê dîtiye û anî ziman ku, DAIŞ di navbera gelan de toximê dubendiyê, nifaqê reşandiye. Ehmed anî ziman ku, dixwaze rojek berî roejkê ew xwe bigihîne bajarê xwe û wiha axivî: "Ji bo min girîngiyeke cuda ya vê pêngavê heye. Tu çekdar dibî, beşdarî şer dibî û ji bo bajarê xwe û qada xwe yî jiyanê rizgar bikî tevdigerî. Niha ez jî vêd ikim. Ev tiştekî cuda ye. Dema em Reqayê azad bikin, ez ê li nav bajêr biqîrim. Ez ê bibêjim, 'Binihêrin em dikarin bajarê xwe azad bikin. Em dikarin gelê xwe ji DAIŞ'ê rizgar bikin.'"