Ji ber xendeka leşkeran nexweş nikarin biçin nexweşxaneyê 2016-12-27 09:33:00 COLEMÊRG - Welatiyên nexweş ên Şemzînanê ji ber xendekên leşkeran ê li ser rêya Dûrê kolandine, nikarin biçin nexweşxaneyê. Ji ber xendekên leşkeran, welatî neçar dimînin ku 12 kîlometre rê bimeşin û nexweşên xwe bibin nexweşxaneyê. Li navçeya Şemzînanê ya Colemêrgê di 9’ê Cotmehê de li dijî Qereqola Dûrê êrîşek bombeyî pêk hat. Piştî vê çalakiyê leşkeran li ser rê xendek kolan û rêya gundên Dêman, Meleviya, Tîsê û Hêlankê ji çûn û hatina maşîneyan re girtin. Welatiyên ku rêya wan û Şemzînanê hatin girtin di gundê xwe de asê man. Li herêma bilindahiya berfê metroyekê derbas bûye ji ber rêya yekana têkiliyê bi navendê re datîne hatiye girtin welatî her roj di bin sermaya pileya 30’an de 12 kîlometre dimeşin. DI RÊYA PÊLENG DE NEXWEŞÊN XWE LI SER KAŞKAŞOKAN DIBIN Di gundên nêzîkê 2 hezar û 500 kes lê dijîn de welatî di rêyên pêleng de dimeşin û nexweşên xwe li ser kaşkaşokan heya bejahiya rêya Şemzînan-Geverê tînin û ji wir bi derfetên xwe dibin nexweşxaneyan. J iber bahoza çêdibe bi rojan gundî di bin tariyê de dimînin û girtina rêya pêlengê jî nêzîkê 150 xwendekar nikarin biçin dibistanan. Welatiyên ku banga vekirina rêyên xwe kirin anîn ziman ku leşkeran birin-anîna tup û benzînê jî li wan qedexe kiriye. ‘BERF BARÎ LÊ RÊ HÊJ VENEBÛN’ Welatiyê gundê Meleviya Azad Geylanî destnîşan kir ku wan gelek caran bi rayedaran re hevdîtin pêk anîne lê belê encamek negirtine. Geylanî diyar kir ku qaymaqamtiyê ligel soza vekirina rê jî rê venekiriye û wiha axivî: “Gotin dema berf bê dê rê vebe. Lê hêj venebû. Komên girêdayî bejahiyê jî heya xendekan rê vedikin. Dema em bi derfetên xwe hinek vedikin jî leşker destûr nadin.” ‘DIVÊ DEWLET RÊ NEGIRE, RÊ VEKE’ Geylanî da zanîn ku wan ji ber rêyên girtî xwendekarên xwe di pansiyon û cem xizmên xwe bi cih kirine û wiha behsa zehmetiyên dikişînin kir: “Em perîşan bûne. Li ser textan nexweşên xwe dibin û tînin. Ambûlans jî nayên vir. Bi derfetên xwe her tiştî dikdin. Dewlet li cihê rêyan bigire divê rê veke. Ma ew qas zeyîf ketiye?” Kazim Geylanî jî got ku ew her roj eşyayên giran li ser pişta xwe dibin gund. Geylanî anî ziman ku ew nikarin pirsgirêka tenduristî û xwarina ajalên xwe jî çareser bikin û bangawaziya vekirina rêya gund kir. Azad Atalay- dihaber