Li Amedê borexaneyeke taybet a kevokan 2016-12-27 09:33:34 AMED - Li heremê ji mirovan bigire heta sewalan û ekolojiyê her tişt bandorê ji şer girtiye. Ji ber zêdebûna şer û nêvenga pevçûnan û li bajaran zêdebûna avahiyên betonî, cihekî kevok xwe lê bihêwirînin jî tune bû. Li Tirkiye û Kurdistanê û li Amedê jî yekemîn car ji bo kevokan borexaneyeke taybet an jî hêwirgehek hat avakirin. Li Kurdistan û Tirkiyê 453 cûreyên çukan hatine tespîtkirin. Li herêmê jî ji van cûreyên çûkan, 221 cûre dijîn. Amed jî wek cihên xwedîkirina kevokan tê nasîn. Ji bo xwedîkirina kevokan yekemîn car li navçeya Rezan a Amedê borexaneyeke kevokan a taybet hat avakirin. Tê gotin ku, li ser axa Mezopotamyayê ev nêzî 600 sal e kevok hene û tên xwedîkirin û yek ji van bajarên ku herî zêdê kevok lê tên xwedîkirin Amed e û niha li nêzî 5-6 hezar cihî kevok tên xwedîkirin. Ji ber polîtîkayên bajarvanî yên betonî û ji ber şerên li nav bajêr qewimî qada jiyanê ya kevokan jî hat tunekirin. 3 hevalên ku li hember vê yekê derketin û li hev kombûn, ji bo kevokan borexaneyek ava kirin. Borexane an jî hêwirgeha ku ji 25 odeyan pêk tê, bi sedan kevok lê tên xwedîkirin û ev kevok jî ji 18 cûreyan pêk tên. ‘EM XWEDÎ LI KEVOKAN DERDIKEVIN’ Yek ji van hevkarên mala kevokan Hasan Huseyîn Tugcu diyar kir ku, ji ber zêdebûna bajarvaniya betonî qadên jiyanê yên kevokan kêm bûne û got, ji bo kesên dixwazin kevokan xwedî bikin û nikarin cih bibînin, wan cihekî wisa ava kiriye. Tugcu ev tişt gotin: “Mirov dikare bêje li heremê ji bo mirovan jî cihên jiyanê nemaye. Em wek hezkiriyên kevokan û xwedîkerên kevokan, me cihekî wisa vekir. Berê li Sûrê jiyan di nav hev de bû û jiyan bêtir xwezayî bû. Bi vî awayî mirov li gel xwedîkirina kevokan, gelek sewal jî xwedî dikirin. Lê belê, ji ber ku li wir qada jiyanê nemaye, hevalên me yên li navçeyê dijiyan, kevokên xwe anîn vir û me dest bi xwedîkirina wan kir.” ‘YEKEM CAR KURDAN KEVOK XWEDÎ KIRIYE’ Tugcu anî ziman ku, ji ber yekem car çandinî û hilberîna genimî li ser xaka pêk hatiye, xwedîkirina kevokan jî li ser vê axê destpêkiriye û wiha got: “Gelê kurd her tim bi xwezayê re, di nav hev de jiyaye. Ji dîrokê heta niha kurd û xwedîkirina sewlan jî hebû ye. Mirova dikare bêje di nav dîrokê de ewil kurd xwedî li kevokan derketine. Lê bes bi demê re ji ber ku li bajaran avahiyên betonî zêde bûn, hema bêje bi vê re ev çandê jî qediya. Li gel hemû astengiyan jî kurdan wê jiyana xwe ya xwezayî jiya. Îro li gelek deverên cîhanê kevok tên xwedîkirin, lê bes li ser axa Mezopotamyayê ev nêzî 600 sal e kevok tên xwedîkirin.”