Welatiyên êzidî dibin kampên AFAD'ê 2016-12-27 10:58:56 AMED - Welatiyên êzidî yên ku nêzî 3 sal in li kampa Şaredariya Yenîşehîrê dimînin bi tayînkirina qeyûm ve li kampên AFAD'ê tên bicihkirin. Hate hînbûn ku dê ji îro pêve êzidiyan bibin kampên AFAD'ê. Piştî ku DAIŞ'ê êrîşî Şengalê kir di 2014'an de welatiyên êzidî yên koç kirin bi hezaran kes li Kampa Fîdanlikê ya Şaredariya Yenîşehîrê ya Amedê hatin bicihkirin. Bi hezaran êzidî piştî ku Şengal ji DAIŞ'ê hat rizgarkirin vegeriyan gelek ji wan jî koçî Ewropayê kirin. Êzidiyên ku hemû pêdiviyên wan ji aliyê şaredarî û komeleyan ve tên bicihanîn jî li kampê man. Piştî ku qeyûm tayînî Şaredariya Yenîşehîrê hat kirin rewşa êzidiyan bi cihkirina kampa AFAD'ê hat rojevê. Têkîldarî vê yekê parlamentera HDP'ê Feleknas Uca pirsname da Meclîsê. XEBATKARÊN AFADÊ ANÎN KAMPÊ Li kampê berê xebatkarên şaredariyê bi êzidiyan ve eleqedar dibûn û pêdiviyên wan bi cih dianîn, bi tayînkirina qeyûm ve ev xebatkar paşve hatin kişandin. Hate hînbûn ku qeyûm di heman demê de bûye serokê Kampa Fîdanlikê û herî dawî jî hat hînbûn ku xebatkarên AFAD'ê anîne kampê. ÊZIDIYAN ÎRO DIBIN KAMPÊN AFAD'Ê Ji derve kesekî nagirin kampê, rayedarên AFAD'ê îro li kampê hin êzîdi girtin cem xwe xwestin ji kampên AFAD'ê yên Dîlok an jî Midyadê yekî tercîh bikin. Hate hînbûn ku dê îro hemû welatiyên êzidî ji Kampa Fîdanlikê derxînin û bibin kampên AFAD'ê. NEDIXWESTIN BIÇIN KAMPÊN AFAD'Ê Di hevdîtinên ku me berê bi welatiyên êzidî yên li kampê diminin de anîbûn ziman ku ew naxwazin biçin kampên AFAD'ê, li şûna vê vegera wan a Iraqê baştir e.