Ciwanên AK Partiyê gef li akademîsyen xwarin 2016-12-27 11:07:26 NAVENDA NÛÇEYAN - Li Eskişehirê, akademîsyenên ku deklerasyona "Em nabin şirîkê vî sûcî" îmze kirin rastî gefên Ciwanên AK Partiyê hatin. Ciwanên AK Partiyê afîşa 'Em akademîsyenên terorîst li zanîngehê naxwazin" li deriyê Hîndekarê Fakulteya Hiqûqê ya Zanîngeha Anadolu Alk. Doç. Dr Ugur Kara zeliqandin. Akadmisyenên ku deklerasyona "Em nabin şirîkê vî sûcî" îmze kirin rastî gefan tên. li Eskîşehîrê jî akademisyen û hîndekarê Fakulteya Hiqûqê yê Zanîngeha Anadolnuyê Alk. Doç. Dr. Ugur Kara rastî gefên ciwanên AK Partiyê hatin. Baskê Ciwanên AK Partiyê afîşa “We dijminê ku fen li şexsê we kir efor kir. Lewra kesê ku fenan li milletê we, welatê we bike qet efo nekin. Hz. Ali - Em li zanîngehê akademîsyenên terorîst naxwazin. AK Parti Tepebaşı Gençlik Kolları.” li deriyê Hîndekar Doç.Dr. Ugur Kara zeliqandin. Alk. Doç. Dr. Kara, diyar kir ku dema serê sibê hat odeya xwe dît ku peyvirdarên taybet 4 afîşên ku li deriyên wî hatine zeliqandin radike û wiha got: "Xwestin delilan reş bikin. Lê Şefê Ewlehiya taybet N.A, diyar kir ku neçarin van afîşan rakin. Kara, anî ziman ku wî têkildarî afîşên ku li deriyê wî hatiye xistin li Serdozgeriya Komarê ya Eskişehirê gilî kiriye.