Doza Hevserokê DBP'ê Yuksek taloq kirin 2016-12-27 12:32:00 AMED - 2'emîn rûniştina doza Hevserokê Giştî yê DBP'ê Kamuran Yuksek li 5'emîn Dadgeha Cezayên Giran Amedê hat dîtin. Heyeta dadgehê daxwaza parêzeran a firehkirina lêkolînê red kir û doz taloq kir. 2'emîn rûniştina doza Hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Kamuran Yuksek a bi îdîaya “endamtiya rêxistinê" hatibû vekirin li 5'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hat dîtin. Kamuran Yuksek di 10'ê Gulanê de hatibû binçavkirin û di 13'ê Gulanê de hatibû girtin, di yekemîn rûniştina 7'ê Cotmehê de serbest hatibû berdan. Yuksek ji ber tenduristiyê beşdar nebû, lê parêzerên Yuksek di rûniştina dozê de amade bûn. Parêzerê Yuksek Mesut Beştaş, dirûniştina dozê de xwest lêkolînê fireh bikin û lê heyetê daxwaza parêzer Beştaş, anî ziman ku di lêgerîna avahiya DBP'ê de “bocek” heye û xwest têkildarî vê yekê lêpirsîn bê vekirin. Heyetê daxwaza parezer red kir û doz taloqî Adara 2017'an kir.