Piştî dozê êrîşê xwendekarên kurd kirin 2016-11-17 12:02:55 MELETÎ - Xwendekarên Zanîngeha Înonuniyê ku der barê wan de ji ber beşdarî bîranîna Roboskê bûne doz hatibû vekirin, piştî ku ji dadgehê derketin rastî êrîşa komekî nijadperest hatin. Xwendekarên ku Zanîngeha Meletiyê ku di 28'ê Kanûna 2015'an de beşdarî merasîma bîranîna Roboskê bûbûn, sibetirê rastî êrîşa komeke nijadperest hatibûn. Piştî êrîşê 70 xwendekar hatibûn binçavkirin, yek jê girtî der barê 44 xwendekaran de doz hatibû vekirin. Yekemîn rûniştina doza xwendekaran li 7'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Meletiyê hat dîtin. Xwendekarê girtî Mazlum Dînç û 20 xwendekarên ku bêyî girtî tên darizandin beşdarî dozê bûn. Xwendekarên din hincet nîşan dan û nehatin dadgehê. Xwendekarê girtî Dînç bi kurdî parastina xwe da. Lê heyeta dadgehê ji ber ku wergêr nîne parastin negirt. Piştî îfadeyên xwendekarên din doz taloqî 24'ê sibata 2017'an hat kirin. PIŞTÎ JI EDLIYEYÊ DERKETIN RASTÎ ÊRÎŞÊ HATIN Xwendekarên kurd ên ji dadgehê derketin li ber avahiya edliyeyê rastî êrîşa komek nîjadperest hatin. Xwendekarên ku bersiv dan êrîşê ketin hundirê edliyeyê û vê carê jî rastî heqereta polîsan hatin. Xwendekarên kurd bi gotina "me di dozê de dît ku telefona parêzerê koma nijadperest meşgûl e. Em difikirin ku parêzer bi xwe êrîşa li dijî me pêk hat organîze kir" nerazîbûna xwe anîn ziman.