Li 11 gundên Amedê qedexe îlankirin 2016-12-28 08:01:23 AMED - Walîtiya Amedê, li 11 gundên girêdayî Lîcê, Karaz û Hezro yên Amedê qedexeya derketina kolanan îlan kir. Walîtiya Amedê bi daxuyaniyekê diyar kir ku li 11 gundên girêdayî Karaz, Lîcê û Hezroyê qedexeya derketina kolanan hatiye îlankirin. Walîtiyê diyar kir ku ji saet 05.00’ên 28'ê Kanûnê heta fermanek din li 11 gundan qedexeya derketina kolanan hatiye îlankirin. Walîtiyê diyar kir ku li gundê Kayacik, Ortaç, Yalaza, Baglan, Çavundur, Dolunay û Kabakaya yên Lîcê, Çitlibahçe, Sarierik û Ormankaya yên Hezroyê, û Boyunlu yê Karazê hatiye îlankirin.