Cigirê Hevşaredarê Rezanê rastî êrîşa çekdarî hat 2016-11-17 12:05:52 AMED - Cigirê Hevşaredarê Rezanê Murat Sarici rastî êrîşa çekdarî hat û birîndar bû. Li Amedê Cigirê Hevşaredarê Rezanê Murat Sarici di saetên şevê de dema li ser rêya 75 metreyan li wesayîta xwe siwar dibû ji aliyê kesên nasnameyan wan ne diyar ve rastî êrîşa çekdarî hat. Satici ku ji lingê xwe bi du guleyan birîndar bû bi ambulansê rakirin beşa lezgîn a Nexweşxaneya Zanîngeha Dîcleyê. Tedawiya Satici li nexweşxaneyê didome. Hat zanîn ku êrîşkar ji cihê bûyerê revîne.