Mexdûrên Komkujiya Dîlokê: Dev ji Babê berdin pêşî kujer bibînin 2016-12-28 09:23:22 DÎLOK - Malbatên di teqîna Dîlokê de zarokên xwe winda kirin, daxuyaniyên Serokwezîr û Serokomar ên der barê ketina Babê de rexnekirin. Mexdûra komkujiyê Ayşe Akdogan bertek nîşan da û got: "Heke dixwazin ji bo me tiştekî bikin, bila pêşî kujer bibînin û darizînin. Erdogan ne ji bo DAIŞ'ê, ji bo li dijî hêzên kurd şer bike TSK'ê xist Sûriyeyê. Bila destpêkê DAIŞ'a nava xwe paqij bike' Di rojên dawî de Serokomarê Recep Tayyîp Erdogan û Serokwezîr Bînalî Yildirim, ketina Suriyeyê û bi taybetî jî ya Babê li ser êrîşên DAÎŞ'ê yên li Dîlok û Kilîsê rewa dikin. Di heman demê de dixwazin bi Dîlok û Kilîsê bertekên civakê yên li hemberî mirin û şewitandina leşkerên tirk jî ji holê rabikin. Teqîna Dîlokê ya di 20'ê tebaxa 2016'an de li Taxa Beybahçe ya navçeya navendî Şahînbeyê pêk hat, piştî teqînê DAIŞ'ê êrîş girtibû ser xwe. Di teqînê de piranî jê zarok û jin, bi giştî 56 kesî jiyana xwe ji dest dabû û zêdeyî 100 kes jî birîndar bûbûn. Malbatên ku di teqîna Dîlokê de zarokên wan jiyana xwe ji dest dayan bertek nîşanî daxuyaniyên rayedarên hikûmetê dan û diyar kirin ku, ew ne ji bo tola wan ji bo hêzên kurd dikevin Sûriyeyê, eger ne wisa be Tirkiye tijî endamên DAIŞ'ê ne. 'BILA DESTPÊKÊ KUJER BİBÎNİN' Ayşe Akdogan (47), dayika zava û 12 ferdên malbata xwe di teqînê de windakir, diyar kir ku leşkerên Tirkiyeyê ne ji bo tola wan dikevin Suriye û Babê û wiha got: “Heke dixwazin ji bo me tiştekî bikin, bila pêşî kujer bibînin û wî darizînin. Erdogan ne ji bo DAIŞ'ê, ji bo li dijî hêzên kurd şer bike TSK'ê xist Sûriyeyê. Eger dixwaze DAIŞ’ê xilas bike, Tirkiye tijî DAIŞ e. Bila destpêkê yên di nava xwe de xilas bike.”Akdogan got, feyda şer ji tu kesî re tune ye, ew dixwazin şer rawest e û wiha dawî li gotinên xwe anî: “Em naxwazin dest, ling û serê zarokên misilmanan jê bibe. Yên li daweta me hemû zarok bûn. Keça xuşka min Sevîm a 10 salî 4 mehan li nexweşxaneyê ma. Ji çavê xwe yî rastê bû, nêviyê ruyê wê çû. Hîn jî tê emeliyatkirin. dîsa jî em naxwazin polîs û leşker jî bimirin." 'BILA KES BI VAN GOTINAN NEXAPE' Bavê Orhan Yavuz ê 14 salî ku di teqînê de jiyana xwe ji dest da, Kasim Yavuz jî anî ziman ku gotina Tirkiye ji bo wan diçe Suriyeyê derew e û wiha domand: “Bila kes bi vê nexape. Her kes dizane di teqîna Dîlokê de tiliya dewletê heye. Lewma jî heta niha kujer dernexistine. Armanc kurdên li wir in, tu eleqe bi Suriyeyê nîne.” Yavuz bertek nîşanî berdewamkirina şer da û wiha axivî: “Em dixwazin ev agir vemire. Em naxwazin leşker jî bimirin. Me êş kişand bila kesekî din êşê nekişîne.” 'EM BAWER NAKIN' Dayika Mahsûm Nas ê 15 salî ku di teqînê de ji serê xwe giranî birîndar bû û piştî 5 hefteyan jiyana xwe ji dest da, Cemîle Nas jî bertek nîşanî daxuyaniyê da û wiha got: “Baweriya me nîne ku ji bo me dikevin Suriye yê. Ji bo hêzên kurdan dikevin Suriye ye. Her kes dizane Erdogan xayîn e.” Berîtan Îrlan-dîhaber